Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê? 2025-08-20 17:06:42 ENQERE - Dayikên Aştiyê di komîsyona li Meclisê de bal kişandin ser piştgiriya gel a ji bo Abdullah Ocalan û ev pirs kirin: “Gerîla dê li gorî çi dîsa vegerin?”    Dayikên Aştiyê, di civîna 5’emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de axivîn. Dayikan, binpêkirinên mafan ên li dijî wan hatine kirin û çîrokên zarokên xwe vegotin û xwestin komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.    Dayika Aştiyê Turkiye Bozkurt, diyar kir ku gelê Kurd ji Abdullah Ocalan bawer e û muxatabê rasteqîn ên çareseriyê jî Abdullah Ocalan e. Turkiye Bozkurt, tiştên keça wê jiyayîn vegot û ev tişt anî ziman: “Keça min di 14 saliya xwe de li Amedê hate binçavkirin. 27 rojan me tu agahî jê negirtin û parêzera wê jî Meral Daniş Beştaş bû. Keça min 18 meh piştre ji girtîgehê derket lê dîsa hate girtin. Û ev 27 sal in di girtîgehê de ye. Divê êdî gav bên avêtin. Gel ji vê bawer nake. Heta niha tu gav nehatine avêtin. Gelê Kurd tişta diket ser milê xwe kir û hemû gav avêt. Çek hatin şewitandin, partî hate fesixkirin. Tevek jî bûn lê hêj bersiva vê nehatiye dayin. Di serî de Ocalan, divê hemû girtiyên siyasî û girtiyên nexweş bên berdan.”    ‘GEL BI OCALAN RE YE’    Dayika Aştiyê Rebîa Kiran jî bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir û piştî hişyarkirinê jî axaftina xwe bi Tirkî berdewam kir. Rebîa Kiranê got: “Kî bibe wesîleyê vê aştiyê, em rêz û hurmeta xwe pêşkeşî wan dikin. Heke ev gotina aştiyê bi hewldana birêz Ocalan derketibe, weke Dayikên Aştiyê em piştgiriyê didin vê aştiyê.” Rebîa Kiranê got; “Aştî ne sûc e, textê rêz e” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi xwedîderketina komîsyonê ya li pêvajoyê re welat dê veguhere baxçeyê gulan. Beriya her tiştekî divê Ocalan azad bibe. Bila Ocalan were, li Meclisê rûnê û em derdên xwe ji hev re vebêjin. Weke dayik, em di nav gel de ne, li fikra her kesî guhdarî dikin. Ji me re dibêjin ‘Ka aştî li ku ye? Tu gav nehatine avêtin.’ Heke li vî welatî maf, hiqûq û edalet hebûya, dê zarokên me derneketina çiyê. Em weke Dayikên Aştiyê li vir in. Gelê Kurd bi birêz Ocalan re ye.”    ‘BILA WERIN SIYASETÊ BIKIN’    Rebîa Kiranê pirsa “Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?” ji komîsyonê kir û axaftina xwe wiha domand: “Gelo dê bi kîjan şertan werin Tirkiyeyê? Dê wan bixin zindanan û 30 sal cezayê hefsê bidin wan. Aştiyeke wiha nabe. Bila ew jî werin û siyasetê bikin. Pêşiya zimanê tûj ê medyayê bigirin. Madem dê aştî çêbibe, bila vî zimanê wan bidin sekinandin ku em hev hembêz bikin. Em li vî welatî şer naxwazin. Heta ku em dimirin jî dê daxwaza aştiyê bikin. Ji av û nan zêdetir pêdiviya me bi aştiyê heye.”    Di rûniştina duyemîn a civînê de dê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, Endama MYK’a ÎHD’ê Vetha Aydin Yuksel, Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, Serokê Giştî yê Mazlum-Derê Kaya Kartal biaxivin. Her wiha dê Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî Mahsum Bati û cîgirê weqfê Erkan Şenses biaxivin. Herî dawî jî dê li Serokê Weqfa Maf û Azadiyên Mirovan û Alîkariya Mirovî Fehmî Bulent Yildirim û endamê Lijneya Rêveber a weqfê Vahdettîn Kaygan bê guhdarîkirin.