Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin 2025-08-20 16:28:55 ENQERE - Dayikên Şemiyê ku li komîsyona Meclisê lê hate guhdarîkirin, xwestin ji bo lêkolînkirina kesên di bin çavan de hatine windakirin Komîsyona Heqîqetê were avakirin.  Di civîna 5’emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de li Dayikên Şemiyê hate guhdarîkirin. Dayikên Şemiyê, diyar kirin ku heta paşeroj neyê vegotin dê nekarin îro jî vebêjin û daxwazên xwe pêşkeşî komîsyonê kirin.    Dayika Şemiyê Îkbal Yarici, ji bo kekê xwe yê di bin çavan de hatiye windakirin û hemû windakiriyan daxwaza edaletê kir. Îkbal Yariciyê got: “Birêz Serok, heta em rabûrdiyê venebêjin em nikarin îroyê jî vebêjin.” Îkbal Yariciyê, da zanîn ku kekê wê Hayrettîn Eren di sala 1954’an de li ji Zanîngeha Stenbolê mezun bûye, mamosteyê zimanê Ingilîzî bû lê nekariya pîşeya xwe bike û got: “Kekê min, di sala 1980’an de ji bo hevdîtina bi hevalên xwe re ji malê derket. Dema haya polîsan ji hevdîtinê bûy, birayê min binçav kirin û birin Qereqola Karagumrukê ya Fatîhê.”   Îkbal Yariciyê got ku çawa dayik û bavê wê ji rewşê haydar dibin yekser çûne qereqolê û ev tişt anî ziman: “Polîsan li lênûsa binavkirinan nihêrt û got ku şandina Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Lêbelê dema em çûn emniyetê gotin ku li vir nîne. Wesayîta me li pêşiya emniyetê bû. Her cara ku dayika min dipirsiya, li dayika min dixistin û dûr dixistin. Dema em dîsa vegeriyayîn Qereqola Karagumrulê ya Fatîhê, ji me re gotin ‘Agahiyên şaş bi we re hatine parvekirin.’”    Bi domdarî Îkbal Yariciyê armanca xwe ya hatine komîsyonê bi van gotinan parve kir: “Ji bo kekê xwe û hemû kesên di bin çavan de hatine windakirin daxwaza edaletê dikim.”    ‘BILA KOMÎSYONEKE KU EM JÎ TÊ DE CIH DIGIRIN WERE AVAKIRIN’    Di berdewama axaftina xwe de Îkbal Yariciyê anî ziman ku divê îşkenceya psîkolojîk a kesên mayî jî neyê jibîrkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê daxwaza we ya hevdîtina bi me re, hem ji bo xizmên windakiriyan hem jî ji bo demokrasiya welat gavekî girîng e. Dixwazim bawer bikim ku komîsyon ji bo çareseriyê tevdigere û jidil be. Heke em bixwazin bi hev re li welatekî demokratîk bijîn, divê ev birîn bên dermankirin. Ji bo vê jî divê di rêyên zanistî pêş bikeve, heqîqetan derxe holê û çareseriyên rast pêş bixe. Li gorî min, divê komîsyoneke ku em jî tê de cih digirin were avakirin.”    ‘DIVÊ KOMÎSYONA HEQÎQETÊ WERE AVAKIRIN’    Dayika Şemiyê Mesûde Ocak jî serpêhatiya kekê xwe Hasan Ocak vegot. Mesûde Ocak, got: “Kekê min Hasan Ocak, mamosteyê dibistana seretayî bû ku li benda tayîna xwe bû. Li kargehekê çayfiroşî dikir. Em li Avcilarê dijiyan. Rojekê ji bo kirîna pasteyekê derket û êdî venegeriya malê. Libendemayîn û lêgerîna me, encamnegirtina ji hiqûqa hundirîn em anîn cem hev. Em dixwazin hûn fêm bikin bê ka çima em dixwazin biçin Galatasarayê. 699 hefteyan me hevdîtinên aştiyane li dar xist. Di 25’ê Tebaxa 2018’an de em bi tundiyeke giran a polîsan re rû bi rû man. Qada Galatasarayê ji wê demê heta niha li me hatiye qedexekirin. Ji bo binpêkirin ji holê bên rakirin, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji walîtî û qeymeqamtiyê re hate şandin. Di biryarê de hate xwestin ku qedexe were rakirin. Lê Qada Galatasarayê hêj girtî ye. Tevî ku hêmayeke sûc nebû jî em 29 caran hatin binçavkirin. Em dixwazin Qada Galatasarayê li tevahiya parastvanên mafan were vekirin. Her wiha divê Komîsyona Heqîqetê jê wera avakirin.”    ‘EV 30 SAL IN EM LI PEY WÊ WESAYÎTÊ BAZ DIDIN’    Piştre jî ji Dayikên Şemiyê Besna Tosun axivî û got: “Dayika min li jêr nihêrt û dît ku sê kesan bi darê zorê bavê min xistin hundirê Torosa Spî û birin. Di heman kêliyê de me qêriyên dayik û bavê min bihîst. Biçûka me 5 salî û mezinê me jî 14 salî bû. Ber bi jêr ve me baz da; bi darê zorê bavê min dixistin hundirê wesayîtê. Kekê min 14 salî bû, kesê di wesayîtê de jê re got ‘Were, em te jî siwar bikin.’ Tevahiya taxê baz da kolanê lê wesayît bi lez û bez ji wir dûr ket. Plakaya wê 34 UD 597 bû û me li pey wê Torosa Spî baz da. Ev 30 sal in tevahiya malbata me li pey wê wesayîtê baz dide. Bavê min Fehmî Tosun, di 19’ê Cotmeha 1995’an de ji mala me hate girtin. Di nava 30 salan de me serî li hemû rêyên hiqûqî da lê encamek jê derneket. Tevahiya saziyên dewletê binçavkirina bavê min înkar kirin. Hikûmetê, ji DMME’yê re got ‘Hikûmeta me ji ber windabûna Fehmî Tosun xemgîn e.’ Îtîraza me ya li dijî biryaran hate redkirin û hemû rêyên lêgerîna maf li me hatin girtin.”    DAXWAZÊN DAYIKAN   Besna Tosunê, got “Armanca me ew e ku heqîqet derkeve holê û edalet pêk were.” Besna Tosunê daxwazên hevpar ên Dayikên Şemiyê jî wiha rêz kir:    “* Bila biryarên Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bên cîbicîkirin.    * Qedexeya keyfî ya li Qada Galatasarayê bila were bidawîkirin.    * Weke komîsyona jêr a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bila ji bo lêkolînkirina binçavkiriyên winda ‘Komîsyona Heqîqetê’ were avakirin.    * Dewlet bila berpirsyartiya xwe ya di sûcê windakirinên di bin çavan de qebûl bike.    * Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bila were aşkerakirin û hestiyên wan radestî malbatên wan bên kirin.    * Bila polîtîkaya necezakirina faîl û berpirsyarên sûcê windakirina di bin çavan de bê bidawîkirin û edalet pêk bê.    * Em dixwazin windakirina di bin çavan de weke sûcê li dijî mirovahiyê bê sererastkirin û pêşî li vî sûcî were girtin û ji bo cezakirina berpirsyaran di qanûnan de sererastkirin bên kirin. Bila saziya demborînê êdî nebe amûra necezakirinê. Bila êdî tu kes di bin çavan de neyê windakirin.    * Bila Tirkiye, Peymana Têkildarî Parastina Hemû Kesan a Beriya Windakirina bi Darê Zorê ya NY’ê û Statuya Romayê ku Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ava dike erê bike û cîbicî bike. Aştî, ne tenê bêdengbûna çekan e. Aştî; vegotina heqîqetê, cîbicîkirina heqîqetê, bihîstina dengê mexdûran û berpirsyartiyeke civakî ye.”