'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan' 2025-08-20 09:20:28 STENBOL - Parlamentera berê Huda Kaya, di şexsê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de îşaret bi karakterê komkujer ê netew-dewletê kir û got: "Divê projeya civaka demokratîk a Abdullah Ocalan wekî reçeteya rizgariyê ji bo hemû civakan û gelan were hesibandin."   Parlamentera berê Huda Kaya ku rewşa li Xezeyê ji nêz ve dişopîne, bal kişand ser bûyerên li Xezeyê û diyar kir ku projeya civaka demokratîk a Abdullah Ocalan reçeteya rizgariya civakan û gelan e.    Huda Kayayê, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re diyar kir ku filistîniyan ji ber pevçûn û şeran, trajediyên mezin kişandine. Huda Kayayê destnîşan kir ku dagirkirina mayînde û tevahî ya Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve dikare bibe sedema encamên bêveger û bal kişand ser têkiliya di navbera avahiya îdeolojiya siyonîst a Îsraîlê û kiryarên wê yên êrişkar de. Huda Kayayê rave kir ku her dewletek xwedî hin referansan e çi mezhebî, çi olî û çi jî laîk. Huda Kayayê wiha domand: "Ji aliyê din ve, siyonîzm îdeolojiyek e ku doza Cihûyan bi têgihîştineke olî û hegemonîk pêk tîne. Ev şêweyeke rêvebirinê ye ku ji hişmendî û pratîkên demokratîk dûr e, zordar, komkujîkir û ji hêla nasnameyeke yekane ve serdest e. Bi van polîtîkayan, Îsraîl li ser axa Filistînê bû sedema trajediyên gelekî mezin."    Huda Kayayê destnîşan kir ku ji ber tiştên li Kurdistanê diqewimin, ew ne xerîbê polîtîkayên qirkirinê yên Îsraîlê yên li Filistînê ne. Huda Kayayê got: "Em ne xerîbê van polîtîkayan e. Ji ber vê yekê, dema ku em behsa Îsraîlê dikin, divê em wekî ku qet rastî van polîtîkayan nehatine, qet nedîtine, an jî ji wan bêxeber bin neyê fêmkirin. Gelên herêmê, bi taybetî gelê Filistînî û Kurd, bi polîtîkayeke herêmî re rû bi rû ne ku ji hêla hêzên emperyalîst ve 100 sal berê hatiye plankirin. Filistînî û Kurd îro jî bi rêya zilm, êş, trajedî û dabeşbûnê encamên van polîtîkayan dijîn. Wan bi siyaseteke pir bi zanebûnî ya bi vî rengî bandor li çarenûsa van gelan kiriye. 100 sal in, mal, gund û taxên van her du gelên kevnar hatine dagirkirin û ew neçar mane ku ji welatên xwe birevin. Ji ber vê yekê, tekezkirina li ser hişmendiya civakî û referansên civakî nirxeke cuda ye. Di vî warî de, divê em rêveberiyên ku bi hêzên cîhanî yên hevkar re li herêman li ser bingeha berjewendiyên îdeolojîk, mayînde û serweriyê hevkariyê dikin bibînin. Di vî warî de, van rêveberiyên herêmî yên hevkar rêzgirtineke hindik nîşanî hesasiyetên van gelan dane an jî xwedî li wan derketine û xiyaneta herî mezin li gelê filistînê ji hêla van rêveberiyên ku li van axan dijîn ve hatiye kirin."   Huda Kayayê diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî cesaret daye Îsraîlê û got: "Îsraîl niha gihîştiye sînorê Tirkiyeyê. Em hemû bi polîtîkayên xayîn ên herêmî dorpêçkirî ne, bi taybetî li Filistînê. Gelê Filistînê bi xiyaneteke mezin re rû bi rû ye, bi taybetî ji civakên xizm û hevolên xwe. Dema ku ew meş û mîtîngên mezin li dar dixin ku îdîa dikin ku piştgiriyê didin doza Filistînê, ew di heman demê de piştgiriya lojîstîkî jî peyda dikin ku ava jiyanê ya Îsraîlê hildigire. Niha, planên dagirkirinê li Xezeyê hatine pejirandin. Îsraîl niha dikare, li ber çavên tevahiya cîhanê, bi rihetî Xezeyê bike qadeke polîtîkayên xwe. Dagirkirina Xezeyê dê pêla koçberiyê jî bide destpêkirin. Tê gotin ku milyonek kes dê koçber bibin, lê tenê li Refehê milyon û nîv heye. Berî şer, nifûsa Xezeyê du milyon û nîv bû. Ne diyar e ku çend ji wan sax in û çend mirine. Bûyereke tirsnak qewimî û îro, planên dagirkirinê li Xezeyek ku moralê wê xirab bûye hatine pejirandin. Ji wan kesên ku ava jiyanê ya Îsraîlê hildigirin tu kes dengê xwe dernaxe; ew hemû bi hev re piştgirîya desthilatdariya xwe dikin."   NETEW-DEWLET Û ŞERÊ ÎSRAÎL-FILISTÎNÊ   Huda Kayayê diyar kir ku pevçûna Îsraîl û Filistînê encama xwezaya berfirehker, pevçûnkar û xerîbker a netew-dewletê ye û got: "Divê avaniyên netew-dewletê ji ezmûnên xwe dersan derxin. Lê tevgerên şoreşger jî divê ji her tişta ku qewimîye dersan derxin. Divê ev encam di nav rastiyên têkiliyên navneteweyî de di bin şert û mercên civakî yên sedsala 21'an de werin nirxandin û tevger, nemaze yên ku di têkoşînê de ne, divê wan eşkere bikin. Tevgera Filistînê referansên olî hene û ji vê referansa bingehîn veneqetiyaye. Wan ji bo vê yekê hesabê xwe nedaye û her gav çareseriyek li ser bingeha dewletê dane pêşiyê. Wan ji bilî vê çareseriyê qet tiştekî din neaxivîne. Tevgera berxwedanê tenê ji bo endamên xwe têdikoşe; ew li ser navê bi mîlyonan kesan têdikoşe. Ji ber vê yekê, tundûtûjî an çek ji bo pêşeroja mirovan û ji bo ku ew bigihîjin jiyaneke aştiyane, azad, wekhev û aram ne hewce ne; ev yek rêveberiya demokratîk pêwîst dike."   'REÇETE PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E'   Huda Kayayê îşaret bi modela civaka demokratîk a Abdullah Ocalan kir û got ku ev model dikare bibe çareseriyek. Huda Kayayê wiha domand: "Hemû rêveberiyên berê teslîmbûna bê şert û merc a gel xwestine. Modela neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan ji ber ku van pêşniyazan nakok dike girîng e. Referans û pêşniyazên der barê avakirina civakeke demokratîk de ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatine pêşkêşkirin îro jî li zanîngeh û derdorên rewşenbîrî yên navneteweyî tên nîqaşkirin. Ev referans pêşniyazek pir cidî ye. Avakirina civakeke demokratîk ji nasname, bawerî û çandan wêdetir e; ew projeyek avakirina rêveberiyek û pêşerojeke azad, aştîxwaz û wekhev e ku her kesî digire nava xwe, pêşeroja her kesî garantî dike. Ev ne tenê li ser Kurdan e; ew ê aştiyê bîne tevahiya Rojhilata Navînê û hemû gelên wê. Projeya civaka demokratîk divê wekî reçeteya rizgariyê ji bo hemû civak û gelan were hesibandin."   Huda Kayayayê gotin û tespîtên Abdullah Ocalan ên di dema hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re bibîr xist ku sedeam destpêkirina pêvakoya nû ew e ku Kurdistan nebe Xeze. Huda Kayayê destnîşan kir ku gavaêtina di vî warî de pir watedar e û lewma divê piştgiriya vê pêvajoyê bê kirin.    MA / Esra Solîn Dal