MÊRDÎN – Li Nisêbînê hate îdiakirin ku Nûrcan Sevîn a 28 salî dawî li jiyana xwe aniye.
Li navçeya Nîsêbîn a Mêrdînê hate îdiakirin ku duh şev dora saet 03.00’an de Nûrcan Sevîn a 28 salî dawî li jiyana xwe anîye. Lî gorî îdiayê; Nûrcan Sevîn a ku ji bo serdana xizmên xwe ji Edeneyê hatibû taxa Dîcle ya Nisêbînê, întihar kiriye. Nûrcan Sevîn a ku bi awayeke giran birîndar bûbû, koma tenduristiyê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbîne, rexmê hemû midaxileyan jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku piştî otopsiye dê cenazeyê Nûrcan Sevînê ji bo definkirinê bişînin navçeya Seyhan a Edeneyê.
Têkildarî bûyerê, lêpirsîn hate destpêkirin.