STENBOL - Bi hinceta muzîka Kurdî guhdar kirine malbatek rastî êrîşa polîsan hatibû û dîmenên ku polîs malbatê gulebaran dike derket holê.
Li navçeya Stenbol Bayrampaşayê, malbateke Kurd a ji seyranê vedigeriya, di 13'ê Tîrmehê de ji ber ku muzîka Kurdî li wesayita xwe ya barhilgir guhdarî kir, rastî lêdana polîsan hat û ew kirin binçavan. Dîmen derketin holê ku di dema êrîşê de polîsan gule reşandine. Endamekî malbatê ku kêliya ku birayên wan ji aliyê polîsan ve hatine derbkirin qeyd kiriye di panîkê de gotiye, 'Polîs belasebeb êrîşî me dike. Binêrin, ev polîsê ku birayên min kuştiye' û bawer dikir ku birayên wî bi fîşeka polîsan hatine kuştin.
Tevî ku gulereşandina polîsan di dîmenan de nayê dîtin kîjanî gule reşandiye, herî kêm dengê 11 guleyan tê bihîstin.
NEDÎTIN KÊ GULE BARAN KIRIYE
Yûnûs Emre Yaman jî di nav kesên rastî êrîşê hatiye de cih digire û diyar kir ku di dema êrîşê de wan dengê çekan bihîstine, ji ber ku gaza îsotê hatiye reşandin wan nekarîne çavên xwe vekin û wan nedîtine kîjan polîs gule berdane. Yaman diyar kir ku zarokên wî yên ji êrîşê bandor bûne, ji ber tirsê hê nikarin razên.
ÇI BÛBÛ?
Di 13'ê Tîrmehê de li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê de malbata ku ji seyranê vedigeriya bi hinceta ku muzîka Kurdî guhdar kirine rastî êrîşa polîsan hatin û hatin derbkirin. Ciwanên ku rastî êrîşê hatin piştre hatin binçavkirin û bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Di dema bûyerê de xwîşka wan Zeynep Yaman a ducanî ji ber lêdana polîsan birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekî ya Sultangaziyê. Li nexweşxaneyê bi sezaryenê zarok derxistin û hê jî talûkeya jiyanê ya zarokê didome.
MA / Esra Solîn Dal