Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze 2025-12-29 11:08:33 AMED - Bi barîna berfa ewil a salê re Sûrên dîrokî yên Amedê jî bi rengê berfê xemilî. Li Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze derketin holê.   Di saetên serê sibehê de berfa ewil a salê bariya navenda Amedê. Bi barîna berfê re Amed, bi rengê spî xemilî. Tevî ku meteorolojî bi rojaye hişyar dike jî ajokaran tevdîrên xwe yên pêwîst negirtin. Vê jî kir ku trafîk felc bibe û di hatin û çûnê de pirsgirêk were jiyîn.      Di evraziyên Fîskaya û Seyrantepeyê de wesayît bi zor û zehmet bi ser ketin û ajokarên ku lastîkên zivistanê nexistin wesayîtên xwe, bûn sedema gelek qezayan. Li Qada Şêx Seîd wesayîtekê arize kir û trafîk xitimî. Komên şaredariyê jî rê û payerêyan paqij dikin û xwê lê direşînin.      Piştî barîna berfê, hem Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hem jî walîtiyê welatî hişyar kirin û ji ajokaran xwestin ku bêyî lastîkên zivistanê dernekevin trafîkê. Her wiha Qeymeqamtiya Xana Axparê jî ragihand ku ji ber berfê rojek navber dane perwedeyê.     SÛRÊN DÎROKÎ YÊN AMEDÊ BI RENGÊ BERFÊ XEMILÎN     Bi barîna berfa ewil a salê re Sûrên dîrokî yên Amedê jî bi rengê berfê xemilîn. Berfê, rê li ber dîmenên nûwaze vekir. Ciwanên ku barîna berfê weke firsend dîtin, li ser Sûran wêne kişandin û gulmiçkanê lîstin.