Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê 2025-12-27 10:50:00   RIHA - Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên bajêr ku xebatên mîtînga “Hêvî û Azadî”yê didomînin, hemû kesan vexwendin mîtîngê.   Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê di 4’ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê mîtînga “Hêvî û Azadî”yê li dar bixe. Veysi Aktaş û Çetin Arkaş yên ku bi salan bi Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê girtî man, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û siyasetmedar Leyla Zana dê di mîtîngê de biaxivin.    Xebatên mîtîngê ligel Amedê, li bajarên derdorê jî berdewam in. Li navçeya Pirsûs ya Rihayê ku hevserokên bajêr ên DBP û DEM Partiyê li hev kom bûn, diyar kirin ku mîtîng ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd girîngiyeke mezin heye û hemû kesan vexwendin mîtîngê.    Di bangawaziyê de hat destnîşan kirin ku di demeke ku çareserî û diyalog dîsa hatiye rojevê de, bêyî peyda kirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ku seraktorê bingehîn pêvajoyê ye, pêşketineke rastîn ne pêkan e.    BANGAWAZÎ   Hevserokan ku ji ajansa me re axivîn, gotin ku bi vê mîtîngê dê daxwaza azadiyê ya gelê Kurd careke din were eşkerekirin. Hevserokan destnîşan kir ku ji bo ku daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bi şêweyekî giştî û girseyî careke din were nîşandan, ev mîtîng “gaveke krîtîk” e.   MA / Omer Akin - Melîk Varol