Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe 2025-12-21 14:43:10 ŞIRNEX - Li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnexê, bi dirûşma “Tovên hêviya pêşerojê”, tovên darberûyê hatin danîn.    Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ya bi dirûşma “Berûyekê jî tu kom bike, berûyekê jî tu dane” de gelek darên berûyê danî. Çalakiya danîna darên berûyê, li gundê Kûnsera yê li quntarê Çiyayê Cûdî ku yek ji cihên herî zêde rastî qirkirina ekolojiyê lê tê kirin hat lidarxistin. Pêkhateyên platformê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. Girseya ku li nêzî cihê dê darên berûyê lê bihatina çandin kom bûn, bi dirûşma “Bê xweza jiyan nabe” meşiyan. Girseyê, beriya danîna darberûyan, daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de pankartên “Her darek warek e" û "Hebûna xwezayê xwebûna me ye" hatin hilgirtin. Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram di daxuyaniyê de çalakiyên platformê yên heta niha bi bîr xist û got: “Em ê Kurdistanê teslîmî eko-qirkirinê nekin. Em ê xwezayê biparêzin. Em ê jiyanê biparêzin. Ne tenê îro, em ê van çalakiyên xwe her roj bikin. Em ê hêviyê biçînin.”    'JI BO JIYANÊ LI VIR ŞÎN BIKIN EM TOVÊN HÊVIYÊ DIÇÎNIN’    Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Fadil Say jî pirsa “Çima em li Cûdî darên berûyê didanin” kir û sedema wê wiha vegot: “Li vir santraleke termîkê heye. Ev santral ji bo xwezayê xetereyeke mezin e. Li vir dar hatin birîn û şewitandin. Bi hinceta ewlehiyê dar hatin birîn. Lêbelê em dizanin ku ev ne hincet e. Ji bo jiyanê li Kurdisanê ji nû ve zindî bikin, em tovên hêviyê didanin. Armanca me danîna tovê hêviyê ye. Bila her kes li cihê dimîne darekî berûyê dane.”    Derya Akyol jî li ser navê Tevgera Ekolojiyêya Mezopotamyayê axivî û got: “Kampanyaya me dê bidome. Em ê li dijî şer, hêviya aştiyê ava bikin. Aştî, bi xwezayê re dibe. Keda her kesî sax be.”    Piştî axaftinan, bi hezaran “tovên hêviyê” bi awayekî komunal hatin çandin û di wan kêliyan de stranên bi Kurdî hatin gotin. Ji 7 salî heta 70 salî gelek kes tev li çalakiyê bûn.