Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin 2025-12-19 10:46:34   MEREŞ - Suleyman Deprem û Mûstafa Mamak, qala şahidiyên xwe yên Qetlîama Mereşê kirin û diyar kirin ku qetlîam bi plan û rêxistinkirî pêk hat û banga hevrûbûnê kirin.   Li ser Qetlîama Mereşê de 47 sal derbas bûn. Qetlîama ku di 19’ê Kanûna sala 1978’an de dest pê kir û di 26’ê Kanûnê de bi dawî bû, Elewî, Kurd û sosyalist bûn hedef. Qetlîama Mereşê wek qetlîama herî giran a dîrokî derbasî dîrokê bû.  Li gorî qeydên fermî di qetlîamê de 120 kes hatine qetilkirin lêbelê li gorî şahidiya şahidan ji 500 kesan zêdetir e. Êrişên ku bi roşan domand bi sedan mal û kargeha hatin talankirin, li bajêr ji ber “kêmasiya” polîs û leşkeran û mudaxileya dereng zemîna qetlîamê berfireh kir. Piştî qetlîamê bi hezaran Kurd û Elewî ji neçarî axa xwe koç kirin.   Qetlîam, di 19’ê Kanûnê de bi teqîna bombeya ku li nişanda fîlmê “Rojê kengî hil were” ya di 19’ê Kanûnê hatibû avêtin ve dest pê kir. Piştî bomebeyê komên “neteweperest” û komên “ulkucî” yên ji navçeyan hatibûn, êrişî avahiya CHP’ê ya li bajêr, PTT û TOB-DER’ê kirin. Hat îdiakirin ku bombe, li ser talîmata Serokê Şaxa Komeleya Ciwanên Ulkucu ya Mereşê Mehmet Leblebîcî û serokê wê yê duyemîn Mustafa Kanlidere hatiye avêtin. Walîyê Mereşê yê demê Tahsîn Soylu ê ku daxwaza yekîneya leşkerî qebûl nekiribû û di 24’ê Kanûnê de hemû polîs ji erkê vekişandibû rê li ber qirkitina Elewiyan vekir. Piştî êrişên ku hefteyekî yekîneyên leşkerî ji Kayserî û ji Dîlokê hatin şandin û di 26’ê Kanûnê de rewşa awarte li 13 bajaran hat îlankirin.    Dozên ku der barê 804 kesên “nîjadperest” ên tev li Qetlîama Mereşê bûbûn, li dadgehên OHAL’ê 13 sal berdewam kir. Der barê 29 kesan de biryara bidarvekirinê û 7 kesan de cezayê muebedê, 321 kesan jî cezayên di navbera salek û 24 salan de ceza hat dayîn. Biryarên bidarvekirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin, cezayên din jî hatin daxistin. 68 kesên ku faîlên qetlîamê bûn qet nehatin dîtin.     Parêzerên mexdûrên qelîamê Ceyhun Can, Halîl Sitki Gulloglû û Ahmet Albay di dema darizandinan de hatin qetilkirin. Piştî derxistina TMK’ê di sala 1991’an de cezayan hikumxwaran hat taloqkirin û hatin berdan. Kesên ku wek faîl dihatin zanîn hinek jê bûn parlamenter û bürokrat. Rexmê bihurîna 47 salan Qetlîama Mereşê ne tenê bi windayan herwiha bi cezanegirtina faîlan û polîtîkayên bêcezakirinê di bîra mirovahiyê ma. Suleyman Deprem ê ku dema qetlîamê li navçeya Elbîstan a Mereşê bû û Mustafa Mamakli yê ku ji Pazarcikê derbasî Mereşê bûbû qala şahidiya xwe kirin û qetlîam nirxandin.   PROJEYA QETLÎAMÊ   Suleyman Deprem, diyar kir ku nirxandina Qetlîama Mereşê bi tena serê xwe dê kêm bimîne û di çarçoveyekî dîrokî û siyasî nirxand. Deprem destnîşan kir ku qetlîma di çarçoveya polîtîkayên “senteza Turk-Îslam” de bi awayeke sîstematîk hatiye sepandin û ev tişt got: “Li vî welatî Elewî, Kurd û kêmîneyên dîn tune hatine hesibandin, Tirkbûn û Misilmanî li ser wan hatiye ferzkirin. Ev rastiyekî dîrokî ye. Nexasim li welatê me her rojên salê wek salvegera qetlîaman e. Piştî damezirandina komar3e ki Dêrsim, Mereş, Siwas, Çorum, Gazî, Geziyê qeltîamên sistematik li dijî Kurd û Elewiyan pêk hatine. Ev bi tevahî projeya sîstemê ye. Dem em wiha binirxînin em ê qetlîamê fam bikin.”     LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ   Deprem diyar kir ku Qetlîama Mereşê xwe dispêre du sedeman û wiha pê de çû: “Yekemîn; dema dewlet û sîstem di rêveveberiyê de ditengije ji bo desthilat û hêza xwe nû bike û zemînê ji darbeyan re vebike qetlîamên Sêwas, Çorum, Mereşê pêk tîne. Ya duyemîn; a ku sîstemê xist krîzê di salên 70’î de derketina têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Îro li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê, li Rojava Tevgera Azadiyê ya Kurd xwedî hêzeke xurt e û dewlet ji bo Elewiyên Kurd jê dûr bixe dest bi rêze qetlîaman kiriye.”   ‘QETLÎAMEK RÊXISTINKIRÎ’   Deprem, qala pêvajoya piştî qetlîamê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek ciwan me xwest em biçin Mereşê. Derketina ji Afşîn, Goksun, Pazarcik, Elbîstan û hemû navçeyan hatibû girtin, têketina Mereşê jî hatibû girtin. Me hewl da em li ser çiya derbasî Mereşê bibin lê me derfet nedît. Em li Elbîstanê man. Ev qeltîam wek projeyek sistematik pêk hat. Hêzên dewletê li wir ji dêleva ku xwedî li mexdûran debikevin û biparêzin êrişkar parastin. Ev qetlîam projeyekî sîstemê bû.”   ‘QELÎAMA MEREŞÊ CAREKÎ DE ÇÊNEBÛ’   Mûstafa Mamakli yê ku şahidê qetlîamê ye, qala pêvajoya pêvajoya qetlîamê kir û ev tişt got: “Ji bo em rewşa Mereşê ya wê demê binirxînin divê em rewşa giştî ya Tirkiyeyê binirxînin. Di salên 70’î de Tirkiyeyê tevliyeviyek dijiya. Tevgerên rast û çep li tevahiya Tirkiyeyê xebat dikirin. Rageşî û pevçûnên rojane, pevçûnên xwendekaran hebû. Em nikarin vê rewşa Tirkiyeyê ji ya Mereşê cuda binixînin. Mereş jî ji vê yekê bandor bû. Mereş ji bajarên din cuda ye lê Tirk, Kurd, Sunî, Elewî, Kurdên Elewî, Kurdên Sunî lê dijîn. Mereş herêmeke hesas e. Qetlîama Mereşê nîşanê me da ku ji carekî ve û nişkave pêk nehatiye. Ev qetlîam bi plan û sîstematîk bû ji bo çand û kevneşopiya vir parçe bike pêk hat. Nexasim gund û navçeyên ku Kurd lê dijiyan wek Pazarcik, Elbîstan, Nûrhak, Afşînê hatin valakirin. Ev gund û herêm nehatin şewitandin lê hatin valakirin.”     BÊRÊXISTINBÛNA ELEWIYAN   Mamakli diyar kir ku Elewî wê demê nerêxistinbûyî bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê me gelekî bêrêxistin bû. Ji ber birêxistinkirî nebû li hemberî bûyerên wiha nizanibûn dê çi bikin. Gel nizanibû dê çi bikin. Ne xwedî plan û proje bûn. Heyirî mabûn nizanibûn çi bikin û heta bûyer wiha qewimîn.”   ‘ÇAV TIRSANDIN BÛ’   Mamakli diyar kir ku ev qetlîamek der mirovî bû û ji bo çavtirsandina Elewiyan pêk hat û got: “Tiştên ku pêk hat ne karê mirovan bû. A rast şêwaza qetilkirina mirovan li wir çavtisandike bû. Ev ji bo gava din amadekarî bû. Gava piştî wê jî belavkirina vir bû. Ev yek bi ser ket. Gundên Pazarcikê hatin valakirin. Bêyî kalan kesek lê nîne. Çavê mirovan di komkujiyê de hat derxistin û laşên wan hat parçe kirin kesê ku ji xwse re dibêje ez mirov im ji çi baweriyê dibe bila bibe ferq nake.”   ‘DIVÊ HEVRÛBÛN BIBE’   Mamakli diyar kir ku naxwaze qala bûyerên di qetlîamê de pêk hatine bike axaftina xwe wiha domand: “Di şeran de jî kesên teslîm dibin, tiştek bi wan nayê kirin. Ji ber vê ez naxwazim qala bûyeran bikim. Lê divê hevrûbûnek bibe. Hesabdayîn çi ye kê ev kir, berdêla wê çi bû ji aliyê kê ve hat organîzekirin. Kesên ji vê zirar dîtin mal û warê xwe terk kirin. Ev bajarê birîndar divê wiha bi halê xwe neyê hiştin. Hevrûbûn ne zehmet e. Hevrûbûn hem ji bo dewletê hem jî ji kesên li vir dê baş be.”     ‘MIROVÊN HESTIYAR TIŞTÊN WIHA QEBÛL NAKIN’   Mamakli, rave kir ku li Mereşê gel ji ber qetlîamek wiha ji dîroka xwe fedî dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em li Mereşê bi mirovan re dibînin. Ev mirovine tu kes van bûyeran rast nabînin. Ev bûyer ji aliyê komên diyar ve hatine kirin. Lewra gelek kes ne alîgirên van bûyeran bû nedixwestin tiştek wiha biqewimin. Gelê Mereşê naxwazin bi vê bûyerê ve bên bibîranîn. Em naxwazin bajarê me bi qetlîamek wiha bê bibîranîn. Gelê vir dîsa dikare bi hevre jiyana xwe bidomînin û çanda xwe bijîn.”   MA / Melîk Varol