Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê 2025-10-30 09:35:40 ÊLIH - Delegeyên Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk diyar kirin ku pêkhatina yekitiya Kurdan dê pir beşdarî pêvajoyê bibe û gotin: "Heta ku em, gelê Kurd, yekitiya xwe ava nekin, em nikaribin bigihîjin tu statuyekê yan jî tu encaman bi dest bixin."   Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ku ji bo yekitiya Kurdan û netewe û komên olî yên din di bin sîwana yekitiyeke demokratîk de dest bi kar kir, xebatên xwe didomîne. Delegeyên înîsiyatîfê, bi berdewamiya hewldanên xwe yên ji bo avakirina yekitî û avakirina zemîneke hevpar ji bo têkoşîna vegerandina mafên desteserkirî, diyar kirin ku bidestxistina yekitiya demokratîk dê bi girîngî beşdarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibe.    Ji delegeyên înîsyatîfê Orhan Ayaz diyar kir ku ew bajar bi bajar ji bo yekitiya Kurdan têdikoşin. Ayaz destnîşan kir ku welatiyên ku wan pêwendî bi wan re daniye hişyar kirine ku heke yekitî pêk neyê, ew ê di gelek waran de, bi taybetî jî di asîmîlasyonê de, bi zehmetiyan re rû bi rû bimînin û got ku divê ew bi vê hişmendiyê tevbigerin. Ayaz destnîşan kir ku ew ê xebatên ku li gor ruhê pêvajoyê bikin û got: "Sedsalek e polîtîkayeke asîmîlasyonê heye û ev asîmîlasyon heta roja îro jî berdewam dike. Pêvajoya ku ji hêla birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin, hewce dike ku Kurd û tirk bi hev re bijîn û eniya Kurdan gavên girîng avêtine da ku pirsgirêka Kurd a sedsalî bi awayekî demokratîk çareser bikin. Mixabin, tevî ku ev pêvajo nêzîkî salekê ye hatiye destpêkirin jî, dewletê tu gav neavêtiye."   Ayaz destnîşan kir ku ji bo ku pêvajo bi awayekî tekûz bimeşe divê bingeheke qanûnî bê danîn.   Delegeya înîsiyatîfê Gulser Yildirimê gotinên helbestvana Kurd Cegerxwîn ku gotiye "Hûn nebin yek hûnê herin yek bi yek" bi bîr xist û got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, 'Li dijî dewletên ku Kurdan înkar û paşguh dikin, yên ku ziman û çanda wan qebûl nakin û ji bo desthilatdariya xwe her cûre polîtîkayên qirêj dimeşînin, yekitiya xwe ava bikin.' Me dît ku li Iraq û Sûriyeyê polîtîkayên bi vî rengî çawa tên meşandin. Tirkiyeyê sed sal in vê polîtîkayê pêk tîne, lê gelê Kurd qet qebûl nekiriye. Gelê Kurd sed sal e li dijî vê polîtîkayê têdikoşe. Ji ber vê yekê, divê em li ser bingeha azadî û wekheviyê, li ser bingeha rastiyê nêzîkî jiyanê bibin û yekitiya xwe pêk bînin."   Delegeya înîsiyatîfê Zînet Dînçerê ku anî ziman ku nêzîkatiyên takekesî di nepêkanîna yekitiyê de rol dilîzin û got: "Ev têgihîştina serdest a takekesîbûnê bi salan e serdest e û divê em demildest jê xilas bibin. Niha, cîhan me ji me xwe çêtir nas dike. Ew jî dibêjin ku em ne yekgirtî ne ku em di avakirina yekitîya xwe de bi ser neketine. Wekî gelê Kurd, heya ku em yekitîya xwe ava nekin, em nikarin bigihîjin tu statuyê an jî tu encaman bi dest bixin. Ez dixwazim ku hemû gelê Kurd yekgirtî bin. Bêyî ku reng an ola wan çi be, dema ku em yekitîya xwe ava bikin, em ê bigihîjin her cûre hêz û statuyê."   MA / Ozan Bayindir