Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike 2025-10-30 09:19:54   ENQERE - Zanyarê siyasetê Levent Koker diyar kir ku gavên ku divê dewlet wekî parçeyeke ji pêvajoyê bavêje têrê nakin û got: "Divê komîsyon niha pêşniyazên qanûnî yên der barê entegrasyona demokratîk de berbiçav bike."   Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd di 26'ê Cotmehê de li Qendîlê civîneke çapemeniyê li dar xist da ku biryara xwe ya vekişîna hêzên xwe bo Herêmên Parastina Medyayê ragihîne. Di daxuyaniyê de ku bi beşdariya gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) yên vekişiyayî hat dayîn, wiha hat gotin: "Divê Qanûna Veguhêz a taybet ji bo PKK'ê wekî bingeh were girtin û qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk ên ji bo beşdarbûna li siyaseta demokratîk pêwîst in, bêyî ku bi derengî bikeve werin derxistin." Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku "qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye û pêdivî demildest bi derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk heye."   Zanyarê siyasetê Levent Koker, gava hatiye vêtin û qonaxa niha ya pêvajoyê nirxand û bal kişand ser daxuyaniya "Em li ser bingeha erêkirina Rêber Abdullah Ocalan, pêvajoya vekişîna hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê ku ji bo provakasyonên gengaz çênebin, ber bi Herêmên Parastina Medyayê ve dikişînin." Koker diyar kir ku tevî "nêzîkatiyên netêrker", ev gava ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin hatiye avêtin.   'TEVGERA AZADIYÊ TIŞTA DIKEVE SER MILÊ WÊ DIKE'   Koker diyar kir ku ev daxuyanî "tê wê wateyê ku têkoşîna çekdarî bi tevahî hatiye terikandin" û got: "Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê rola xwe lîstiye û amade ye ku tişta dikeve ser milê wê bike. Lêbelê, rêziknameyên qanûnî û nêzîkatiyên din ên ku ji hêla dewletê ve tên xwestin ku ji bo pêvajoyê pêwîst in, têrê nakin. Li hember vê rewşê, eşkere ye ku divê niha hemû çav ber bi 'Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê' ve biçin ku niha li  meclisê dixebite. Piştî guhdarîkirina nêrînên gelek kesan û nûnerên civaka sivîl li ser vê mijarê, divê komîsyon, bêyî derengmayînê, pêşniyazên qanûnî yên der barê 'entegrasyona demokratîk' de, wekî ku di daxuyaniya navborî de hatiye behskirin, berbiçav bike. Tê payîn ku gava ku bi daxuyaniya roja Yekşemê hat avêtin, bandoreke erênî li atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê bike, aştî û demokrasiyê teşwîq bike û pêvajoyê bilezîne."   Koker behsa gotina "Divê Hiqûqeke Veguhêz a taybet ya ji bo PKK'ê wekî bingeh were pejirandin" kir û got: "Ev daxuyanî di çapemeniya Tirkiyeyê de, çi alîgirê desthilatê be çi nebe, bala gelek kes û derdoran kişandiye. Sedema sereke ya vê baldariyê paraleliya wê bi nêrînên Şêwirmendê Sereke yê Serokkomar Mehmet Uçum re ye der barê derxistina rêziknameyeke qanûnî ya taybet ji bo pêvajoyê de. Ger ev paralelî rast be, divê bi rastî jî wekî geşedaneke erênî ji bo pêvajoyê were dîtin. Lêbelê, ji aliyekî ve 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' a ku tê meşandin û ji aliyê din ve pratîkên otorîter ên ku bi zextên li ser CHP'ê û muxalefetê kûrtir dibin, piştgiriya ji bo pêvajoyê di nav raya giştî de kêm dikin an jî bi giranî zirarê didin. Ev zirar rêxistinên muxalif yên ku bi awayekî kategorîk li dijî pêvajoyê û nêzîkatiyên wan ên îdeolojîk derdikevin xurt dike û dibe sedema derengketina gavên hiqûqî."    Koker bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û tiştên ku divê werin kirin û got: "Tiştê ku vê gavê dike 'dîrokî' ev e ku em gihîştine ber deriyê çareseriya pirsgirêka Kurd ku ji temenê desthilata niha ya Îtîfaqa Cumhûrê dirêjtir dom kiriye. Bikaranîna vê gava dîrokî ji bo veguhertina çareseriyekê ku hebûna gelê Kurd nas dike pir bi qîmet e ku nebe qurbana berjewendiyên demkurt ên desthilatdariya siyasî ya heyî. Ji ber vê yekê, li dijî hewldanên astengkirina bilez a rêziknameyên hiqûqî yên ku ji hêla pêvajoyê ve tên xwestin ji ber fikara ku ew dikarin xizmeta berjewendiyên desthilatdariya siyasî ya heyî bikin, divê hewl were dayîn ku nêzîkatiyên ku girîngiya avakirina civakeke aştîxwaz û demokratîk tekez dikin werin xurtkirin. Rast e ku ji bo avêtina gavên hiqûqî yên pêwîst dereng e, lê di heman demê de diyar e ku ji bo pêşîgirtina li derengketinên din jî çi hewce ye."   MA / Omer Gungor