Baroya Amedê komîsyona ‘pêvajoyê’ ava kir 2025-10-28 13:43:14 AMED - Baroya Amedê, ji bo xebatên hiqûqî yên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, komîsyonek ava kir.    Baroya Amedê, di çarçoveya xebatên hiqûqî yên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de komîsyonek ava kir. Baroyê, civîna xwe ya ewil a komîsyonê ava kir û di civînê de qadên xebatên yên komîsyonê û pêşniyar hatin nirxandin.    Baro, dê xebatên xwe yên ewil têkildarî entegrasyon û daxilbûna civakê bimeşîne. Di gelek mijarên weke perwerdeya bi zimanê dayikê, yasayên înfazê, ekolojî û pênaseya hemwelatîtiyê jî xebatên hiqûqî bimeşîne. Baro, dê li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane, plansaziyekê amade bike.