Li du barajan serdegirtinên malan: Herî kêm 15 kes hatin girtin 2025-10-28 12:06:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama serdegirtinên malan ên li Stenbol û Antalyayê de 15 endamên ESP’ê hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de li gelek navçeyên Stenbolê û li Antalyayê bi awayekî hemwext bi ser malên endamên ESP’ê de hate girtin. Di encama serdegirtinên li her du bajaran de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.    Navên hin kesên li Stenbolê hatine binçavkirin ev in: “Tarik Tepelî, Sînan Akkuş, Gokhan Atan, Mahsunî ilmaz, Ahmet Eten, Mûstafa Taylan Savran û Tuncay Mat.”