Bi hezaran kes tev li Mihrîcana Zeytûnê ya Dêrikê bûn 2025-10-28 10:00:40 MÊRDÎN - Bi hezaran kes tev li konsera hunermend Xêro Abbas bûn. Konser, di çarçoveya Mihrîcana Zeytûnê de ji hêla Şaredariya Dêrikê ve hat lidarxistin.    Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di çarçoveya 3’yemîn Mihrîcana Zeytûnê de konser hat dayin. Di konserê de hunermend Xêro Abbas û Sorjiyan derketin ser dikê. Bi hezaran kes tev li konserê bûn. Jin bi cil û bergên Kurdî tev li bûn û li qadê dîmenên rengîn hebûn. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Azadî azadî ji Rebertî re Azadî” berz kir. Hevşaredarên Dêrikê Cengîz Temellî û Songul Ozbahçecî welatî silav kirin.    Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî got ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi biryara xwe hewl dide pêşiya aştî û demokrasiyê veke û xwest dewlet jî gavên şênber biavêje. Bêrîtan Guneş Altinê, got ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan yek ji xalên sereke ya pêvajoyê ye û got: “Divê deriyên Îmraliyê tavilê bên vekirin. Em ji birêz Ocalan bawer in. Gel dixwaze birêz Ocalan li cem xwe bibîne û pêvajoyê azad bimeşîne.”    Piştî axaftinan, hunermend Xêro Abbas û Sorjiyan derketin ser dikê. Bi hezaran kesan bi hev re stran gotin û piştî konserê çîçek dan hunermendan.