'Pêdivî bi pêvajoyeke ku Abdullah Ocalan rasterast tê de cih bigire heye' 2025-10-28 09:32:43   STENBOL - Ji koordînatorên Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê Latîfe Akyuzê got: "Pêdiviya vê pêvajoyê ne ew e ku hin kes biçin bi Abdullah Ocalan re biaxivin, pêdivî ew e ku ew rasterast bi dengê xwe û gotina xwe di nav de cih bigire."    Kampanyaya "Ez Dixwazim Biçim Serdana Ocalan" a ku ji hêla Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hat destpêkirin û akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên ku ji ber pêkanînên dijdemokratîk û lêpirsîn û dozên li dijî wan neçar mane biçin derveyî welêt dihewîne, hindik maye 5 mehên xwe temam bike.    Ji koordînatorên forumê akademîsyen Latîfe Akyuzê ji bo kampanyaya ku di 5'ê Hezîrana îsal de dest pê kir, got: "Armancên me yên sereke ew e ku rola kesên li sirgûnê di avakirina aştiyê de eşkere bikin û di vî warî de berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Bi taybetî piştî daxuyaniya Devlet Bahçelî û Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan, em li ser pirsa 'Em dikarin di vê pêvajoyê de çi bikin?' sekinîn. Di pênc mehên dawî de, me gelek çalakî li dar xistin, wekî çalakiyên bidîmen, konferans û daxuyaniyên çapemeniyê. Herî dawî, me di 1'ê Îlonê de li Berlîna Almanyayê konferanseke bi beşdarbûneke mezin li dar xist. Em plan dikin ku di serdema pêş de raporekê amade bikin û konferanseke nû ya mezin li dar bixin."   'SÎNOR DERBAS KIRIN'   Latîfe Akyuzê diyar kir ku kampanyaya wan ku sînoran derbas kiriye, li seranserê cîhanê berdewam dike û got: "Kampanya ji formateke ku me di destpêkê de xwest bidîmen çêbike wêdetir çûye. Niha, mirov peyamên bidîmen dişînin. Di çarçoveya kampanyayê de şande jî çûn Tirkiyeyê û wan şandeyan daxwaza hevdîtinê bi birêz Ocalan re kirin. Komek ji 100 jinên feminîst çûn. Şandeyeke din jî serlêdan kir ku bi Ocalan re hevdîtinê bike. Wekî din, li Ewropayê komên çepgir-sosyalîst hene ku hevkarên kampanyayê ne. Beşdarên saziyî jî hene. Ji çar aliyên cîhanê, ji Amerîkaya Latîn bigire heya Efrîqayê û heya Ewropayê, komên curbicur tev li kampanyayê bûne û piştgiriyê didin."    AŞTÎ Û TECRÎD   Latîfe Akyuzê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan sermuzakerevanê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e û hem ji aliyê civaka navneteweyî û hem jî ji aliyê gelê Kurd ve tê qebûlkirin. Latîfe Akyuzê, got: "Ger birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de danûstandinan bidomîne, ne mimkûn e ku pêvajoyeke aştiyê ya saxlem bimeşe. Wekî din, hevdîtinên ku li wir tên kirin, ji Îmraliyê tên, di dawiyê de ji cîhana derve re tên ragihandin. Mafê mirovan heye bi sermuzakerevanê vê pêvajoyê re rû bi rû hevdîtin bên kirin, pê re biaxivin û ramanên wî yên li ser pêvajoyê bistînin. Avakirina aştiyê ne tenê meseleya kombûna dewlet an aliyan e, ji bo biryardayînê. Pirsgirêka rastîn ev e ku aliyên di vê pêvajoyê de bi zelalî bizanin û bibihîzin ka ew çi dibêjin."   Latîfe Akyuzê destnîşan kir ku kampanyaya wan demdirêj e û got: "Ji lewre meseleya me tenê ne azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Mesele ew e ku her du alî bi awayekî wekhev aştiyeke birûmet çêbikin. Ji lew re divê têkoşîn ji gelek aliyan ve bê kirin. Ev kampanya jî tenê parçeyek kampanyayê ye."    'EM DU RAPORAN AMADE DIKIN'   Latîfe Akyuzê bilêv kir ku ew li ser ceribandinên aştiyê yên li Tirkiyeyê amadekariya 2 raporan dikin û ew ê di meha Kanûnê de jî li ser pêvajoyê konferansekê li dar bixin.    Her wiha Latîfe Akyuzê bal kişand ser xebatên Komîsyona ku li Meclisê hatiye avakirin jî û got: "Pêdiviya vê pêvajoyê ne ew e ku hin kes biçin bi Abdullah Ocalan re biaxivin, pêdivî ew e ku ew rasterast bi dengê xwe û gotina xwe di nav de cih bigire. Wekî aktorekî sereke yê vê pêvajoyê divê ew di jiyana me de be. Ger tecrîd di wext de bihata rakirin û mafê hêviyê bihata pêkanîn, niha me yê bi awayekî pir cuda behsa pêvajoyê bikira."    MA / Esra Solîn Dal