‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê' 2025-10-18 09:25:53   ÎZMÎR - Welatiyên Îzmîrê ku li ser pêvajoyê axivîn, gotin ku divê endamên komîsyonê Abdullah Ocalan guhdar bikin.   Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê li meclisê hat avakirin, ji ber ku gavên berbiçav navêje dibe cihê bertekan. Welatiyên ku li Îzmîrê dijîn, li ser pêvajoyê axivîn. Welatiyan destnîşan kir ku civakeke demokratîk dikare bi hev re were avakirin.   Ramazan Parilti,ku got, "Aştiya herî xirab jî, ji şer çêtir e," destnîşan kir ku divê her kes di şert û mercên wekhev de di nava aştiyê de bijî. Parilti got: "Hin kes li meclisê îro heqaretê li kurdan dikin. Kurd gelê resen ê vî welatî ne. Ji demên berê ve têkiliyek di navbera kurd û tirkan de heye. Îcar îro çi qewimî? Divê em vê biratiyê xurt bikin. Bi hev re, em dikarin civakeke demokratîk ava bikin. Bi hezaran mirovên me di vê pevçûnê de ku zêdetirî 40 salan dom kir, jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê pêvajoyê fikarên min hene. Ew hîn jî nikarin kurdan tehemûl bikin. Aştî û demokrasî ji bo hemû gelan derbasdar in."   Mestan Taşkin got: "Hin komên li derveyî welatê me dixwazin dewlemendiya Tirkiyeyê parve bikin û ji bo vê yekê, ew dixwazin me ji hev cuda bikin. Em 40 sal in bi hev re şer dikin. Van pevçûnan di navbera mirovan de dubendî çêkiriye. Çima ev şer 40 sal in heye? Ewqas ciwan mirine. Dema ku ciwan diçin, welat jî diçe. Ez du caran çûme hecê. Ez bawer dikim ku ol di pirsgirêkên welêt û kuştina jinan de bi berfirehî tê bikaranîn. Îro, dema ku ol tê bikaranîn, her tişt diqede."   Zeynep Gurlerê diyar kir ku qanûnên ku ji hêla desthilatê ve hatine derxistin û polîtîkayên ku tên sepandin di nav civakê de nakokiyê diafirînin û ji ber vê yekê kuştinên jinan bê çareser dimînin. Zeynep Gurlerê bi bîr xist ku kuştina Rojîn Kabaîşê yek ji van kuştinên bê çareser e û got: "Ez bawer nakim ku li vî welatî mafê axaftinê bidin jinan an jî daxwazên wan werin bicihanîn. Bê guman, wekî jin, em her gav li vir in û em ê li vir bimînin. Qedexeyên wan dê tu tiştî îfade nekin. Lê her qedexeyek îsyana xwe diafirîne. Ez hêvî dikim ku pêvajoya aştiyê bi rengekî xweş bigihêje encamê."   'DIVÊ GEL BÊ SERWEXTKIRIN'   Îsmaîl Yirmidokuz got: "Kes şer naxwaze. Li Xezeyê jî şer heye. Em dixwazin ku şerê li wir jî bi dawî bibe. Em dixwazin ku pêvajoya li welatê me baş bi encam bibe. Tirk û kurd ne dijmin in. Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke demokrasiyê heye. Em li dijî êrişên li ser şaredariyên ku ji hêla CHP ve tên rêvebirin in. Ez li dijî tayînkirina qeyûman im. Ger di van şaredariyan de pirsgirêk hebin, divê hilbijartin tavilê werin lidarxistin. Rûniştinên meclisê divê bi dizî neyên lidarxistin; divê vekirî bin. Ez aştiyê dixwazim, lê ez ji pêvajoyê bawer nakim."   Ahmet Bûgday ku dixwaze aboriya welêt baş bibe, destnîşan kir ku siyasetmedarên welêt pirsgirêkan girantir dikin û got: "Ger wan ew ji gel re bihişta, pirsgirêk dê bi xwe çareser bibûna. Îro, her gotina serokkomar şikestî ye. Ger tu li kêleka serokkomar bî, tu 'bira' yî, lê ger tu li dijî wî bî, tu 'terorîst' î. Li welêt pirsgirêkeke demokrasiyê û azadiya ramanê heye. Êrişên li ser şaredariyên CHP'î bi zanebûnî tên kirin. Wekî din, yên ku li ser desthilatdariyê ne armanc dikin ku Destûreke Bingehîn a demokratîk derxin, lê belê armanc dikin ku ya ku ew dixwazin derxin. Çêtir e ku ew bi gel re şêwirê bikin û li gorî wê pêşnûmeyeke Destûreke Bingehîn pêşkêş bikin. Pêdivî ye ku raya giştî ji tiştê ku diqewime agahdar bibe."   'DIVÊ KOMÎSYON BIÇE ÎMRALIYÊ'   Îmam Tek ku diyar kir ku ger aştî pêk were, aborî jî dê baştir bibe, got: "Ger aştî pêk were, mirov dê bi awayekî azadtir biaxivin. Her wiha, divê her kes karibe bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive. Ji ber vê yekê, divê di vê pêvajoyê de rêziknameyên qanûnî werin danîn da ku zimanên zikmakî werin parastin. Ji bilî DEM Partiyê kesek din naçe Îmraliyê. Divê komîsyon biçe Îmraliyê, lê kes cesaret nake. Tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên CHP'ê jî zirarê dide pêvajoyê."   Emin Guven got: "Em li welêt aştiyê dixwazin, lê em ji siyasetmedaran bawer nakin. Li welêt nebûna şer û mirinan baş e. Ez cotkar im; ez zêde tiştekî li ser siyasetê nizanim, lê ez dixwazim ku welat ji pirsgirêkan bêpar be."   MA / Ûgûrcan Boztaş