‘Divê lêpirsîna têkildarî mirina rojnamevan Tosun bê berfirehkirin’ 2025-10-16 14:28:27   MERSÎN - Şaxa ÎHD’ê ya Mersînê bal kişand ser lêpirsîna der heqê kuştina rojnamevan Hakan Tosun de û xwest kiryar bên tespîtkirin.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê, têkildarî lêpirsîna kuştina rojnamevan Hakan Tosun ê ku di 10’ê Cotmehê de li navçeya Esenyurt a Stenbolê bi çekê ve hatibû birîndarkirin û jiyana xwe ji dest dabû, daxuyanî da. Di daxuyaniya ku li Parça Ozgur Çocukê hat lidarxistin de pankarta “Çi bi serê Hakan Tosun hat?” hat hilgirtin.   Nûnerên saziyên civakî, aktivîstên ekolojiyê û rojnamevan tev li daxuyaniyê bûn. Metna hevpar, ji aliyê Sekretera Şaxa ÎHD’ê Fatoş Sarikaya ve hat xwendin. Fatoş Sarikaya, got: “Rexmê ku di ser êrişê de çend roj derbas bûne hêj jî ne parêzer ne jî malbat dikare dosyayê bibîne. Dîmenên kamerayê yê cihê bûyerê nayên parvekirin. Hinek dîmenên ku hatine qutkirin û ji dezgehên çapemeniyê re hatiye şandin nîşan dide ku lêpirsîn bi awayeke şefaf nayê kirin. Em dixwazin bizanibin ku kê êrişê Tosun kiriye. Divê lêpisîn bê berfirehkirin û kiryar bên tespîtkirin.”