Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava şênber a ji bo aştiyê 2025-10-09 16:46:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran hate protestokirin û beşdaran diyar kirin ku divê her kes li dijî komployan dengê azadiyê bilind bikin û gotin: “Azadiya Abdullah Ocalan dê ji bo aştiya gelanû siberojê gava herî şênber be.”    Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajaran bi pêşengtiya Platforma Sazadiyên Demokratîk (DEKUP) û bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hate protestokirin. Di çalakiyan de metna hevpar hate xwendin.     ‘KOMPLO NE TENÊ LI DIJÎ KURDAN LÊ LI DIJÎ ROJHILATA NAVÎN BÛ’   Di metna hevpar de wiha hate gotin:    “9’ê Cotmeha 1998’an, ne tenê destpêka komployeke navneteweyî ye ku li dijî birêz Ocalan hatibû plankirin. Di heman demê de mîladek e ji bo êrişeke berfireh a li dijî hêviyên aştiyê yên gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ev komplo, operasyoneke navneteweyî bû ku li dijî îradeya azadiyê ya gelê Kurd, li dijî ramaneke ku dikaribû di Rojhilata Navîn de bibe pêşengê veguherîna demokratîk, hatibû plankirin.   RAMANÊN OCALAN KOMPLO PÛÇ KIR      Ji ber ku raman û paradîgmaya ku birêz Ocalan, Ocalan pêş xistibû, li hemberî sîstema şer, îstîsmar û serdestiyê ku gelan rû bi rû dihêle, bi perspektîfa Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk, derketineke aştiyê bû. Navendên modernîteya kapîtalîst xwestin vê ramanê teslîm bigirin û îradeya azad a gelan dîl bigirin. Lê belê, tevî şertên giran ên tecrîdê yên ku 26 sal in li Îmraliyê didomin, berxwedana birêz Ocalan, weke rawestiyeke ramanî û siyasî ya di asta dîrokî de armanca komployê pûç kiriye.   ÊDÎ TU HÊZ NIKARIN BIBÊJIN ‘KURD TUNE NE’   Gelê Kurd ji zêdetirî sedsal e li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê li ber xwe dide. Têgîna ‘Kurd tune ne’, bûye îdeolojiya hevpar a avakirinê ya her çar netewe dewletan, her hewldana mafdarî bi tundî hatiye tepisandin. Lê belê kevneşopiya berxwedanê ya li ser vê axê, her carê ev tarîtiye parçe kiriye. Derketina birêz Ocalan a li ser qada dîrokê, mohra ‘em hene’ ya gelê ku zincîrên înkarê lê hatibûn danîn e. Qonaxa dîrokî ya ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya 52 salan gihîştiye, êdî demeke wisa afirandiye ku tu hêz nikare bibêje ‘Kurd tune ne.’ Îro îradeya gelê me, ramana wî û rêxistinbûna wî, nîşana herî berbiçav a vê rastiyê ye.   AZADIYA OCALAN PÊDIVIYEKE NEÇAR E    Lê em vê yekê dizanin ku; azadiya gelekî ku rêberê wî dîl girtiye, kêm dimîne. Tecrîda giran a ku birêz Ocalan salan e li Îmraliyê tê re derbas dibe, ne tenê li ser kesekî lê êrişek e li dijî hêviya aştiyê ya gelekî ye. Ji ber vê yekê, azadiya fizîkî ya birêz Ocalan, ji bo paşeroja demokratîk a gelê Kurd û hemû civaka Tirkiyeyê, pêdiviyeke neçar e. Îro gelê Kurd li meydanan bi gotina ‘Bê Serok jiyan nabe” vê rastiyê bilind dike. Ev gotin ne tenê dirûşmek e; daxuyaniya îradeyê ye ku têkiliya diyalektîk a di navbera jiyana azad û rêbertiya azad de, bi awayekî herî zelal tîne ziman. Di Cotmeha 2025’an de, Kampanyaya Azadiyê ya Cîhanî ku sala duyemîn tijî dike, bi armanca misogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Ocalan, belavkirina tarîtiya ku komployê afirandiye û gihandina gelên Rojhilata Navîn ber bi asoyê aştiyê ve, mezin dibe. Em jî weke parçeyek ji vê kampanyaya dîrokî, di biryardariya mezinkirina têkoşîna gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê de ne. Hewldanên modernîteya kapîtalîst ên ji bo vemirandina agirê azadiyê yê ku birêz Ocalan pêxistibû, pûç derketin; berevajî vê, ev agir roj bi roj zêdetir geş bûye û îro bûye meşaleyek ku rêya azadiyê ya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn ronî dike.   AZADIYA OCALAN JI BO AŞTIYÊ GAVA HERÎ ŞÊNBER E   Niha erkê ku dikeve ser milê me ew e ku em vê meşaleyê dest bi dest bigerînin, li çar aliyên cîhanê belav bikin û rêya azadiya birêz Ocalan vekin. Azadiya birêz Ocalan, ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gaveke herî berbiçav e. Dema ku em li dijî komployê dengê xwe bilind dikin, bila em dengê azadî û aştiyê jî bi hev re mezin bikin.”    AGIRÎ   Platforma Saziyên Demokratîk, li navenda Agiriyê bi tevlibûna nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kesan daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Bi Rêbertîya azad ber bi civaka azad ve” û dovîzên “Belê rewşa me gelek bi heybet e”, “Li dijî komployê berxwedan, bi berxwedanê jî aştî” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin hilgirtin.    Girseyê xwest piştî meşê daxuyaniyê bide lê polîsan hewl dan asteng bikin û rê li ber rageşiyê vekirin. Polîsan bi hinceta biryara walîtiyê xwest çalakiyê asteng bike. Girseyê jî bi dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” bersiv da polîsan. Piştî rageşiyê, daxuyanî hat dayin û metna hevpar ji hêla Hevserokê DBP’a Bajar Sebîh Kaya ve hate xwendin.    Girseyê, piştî daxuyaniyê dorpêça polîsan ji holê rakirin û dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serop Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî azad bike Rêbertî” berz kir. Girse, bi dirûşm û çepikan heta Cadeya Tahir Elçî meşiya û meş li pêşiya avahiya DBP’ê bi dawî bû.      ERZIROM   Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li navçeya Qere Çoban a Erziromê jî hate protestokirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hate hilgirtin. Metna daxuyaniya hevpar ji hêla Hevserokê DBP’a Bajar Ramazan Karakaş ve hate xwendin.      ÎDIR   Li Îdirê jî daxuyanî hate dayin. Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî, li pêşiya avahiya DEM Partiyê hte dayin. Di daxuyaniyê de komplo hate şermezarkirin û girse xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk derket.      EDENE    Li Qada Beşocak a Edeneyê daxuyanî hat dayin û metna hevpar ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Helîn Kaya ve hate xwendin. Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî di daxuyaniyê de got ku divê têkildarî “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan de gav bên avêtin.      ÊLIH    Platforma Saziyên Demokratîk, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Êlihê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û saziyan tev li bûn. Metna hevpar ji hêla Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlum Tenha ve hate xwendin. Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.   DÊRSIM   Li Kolana Hunerê ya Dêrsimê jî daxuyanî hate dayin û komplo hate protestokirin. Gelek siyasetmedar û nûnerên saziyan tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji komployê re azadî ji birêz Ocalan re” hate hilgirtin. Metna hevpar, ji hêla endama DAD’ê Hulya Bozkurt ve hate xwendin. Wekîla Dêrsimê Ayten Kordu jî diyar kir ku tevî şertên giran ên tecrîdê ku 26 sal in didomin jî gelê Kurd dev ji aştî û demokrasiyê benedaye. Ayten Korduyê herî dawî j3ı komplo şermezar kir.      ÇEWLIG   Platforma Saziyên Demokratîk, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Çewligê jî daxuyanî da û komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir. Pêkhateyên platformê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevserokê DBP’a Çewligê Şevket Kalindamar ve hate xwendin.      XARPÊT   Platforma Saziyên Demokratîk li Xarpêtê jî daxuyanî da. Daxuyanî, li Garaja Hozatê hate dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hate hilgirtin. Metna hevpar, ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya navendî Saadet Yavuz ve hate xwendin.