Ji bo rojnameger Rahîme Karvarê ceza hat xwestin 2025-10-09 16:03:02   STENBOL - Di danişîna doza rojnameger Rahîme Karvarê de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, mutalaa hate pêşkeşkirin û dozger daxwaza cezayê hefsê kir.    Danişîna doza rojnameger Rahîme Karvar ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Rahîme Karvar û parêzerên xwe tev li danişînê bûn. Dadgehê got ku di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hatiye amadekirin û îdianame bi doza heyî re kirine yek dosya.    Rahîme Karvar tawanbariyên li wê tên kirin red kir û got: “Saziyeke ku têkildarî mafê xwebirêxistinkirinê ya gel e. Rojnameger jî dikarin tê de cih bigirin. Min jî tê de cih girt û xebatên wê jinêzve şopand. Sedema nîşandana navê min a di lîsteyên îllegal de jî ev e. Ez vê weke sûc nabînim.”    Parêzer Elîf Taşdogen û Şukru Alpsoy jî xwestin tevdîra kontrola edlî were rakirin.    Dozger jî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest Rahîme Karvar bê cezakirin.    Dadgehê, daxwaza rakirina kontrola edlî red kir û ji bo parastina li dijî mutalaayê dem da û danişîn taloqî 13’ê Mijdarê kir.