HSD’ê têkildarî êrişên Hikûmeta Demkî daxuyanî da 2025-10-09 15:18:57   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê êrişa hêzên Hikûmeta Demkî ya li gundewarên Bendava Tişrînê têk bir. Di dema bersivdayînê de êrişkarek hate kuştin.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hewldana hêzên Hikûmeta Demkî ya ketina nuqteyeke HSD’ê ya li gundewarên Bendava Tişrînê hat têkbirin.   Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Komeke çekdar a hikûmeta Şamê vê sibehê hewl da bikeve nuqteyeke hêzên me ya li gundewarên Bendava Tişrînê. Koma çekdar bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê bi bombeyên destan êrişî hêzên me kir. Hêzên me bersiva êrişê da û şer derket. Di encamê de êrişkarek hat kuştin û yên din cenazeyê kuştiyê xwe li cihê şer hişt û reviyan.   Hêzên me ji bo bersivdayîna gefan û têkbirina hewldanên ketina herêmê mafê parastina rewa bi kar anî û piştrast dikin ku parastina şêniyên me û ewlehiya herêmê bidomînin."