Nêçîrvan Barzanî bi Fîdan re hevdîtin kir 2025-10-09 14:39:15   ENQERE - Serokê Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re hevdîtin kir.    Serokê Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Enqereyê di çarçoveya serdana Tirkiyeyê de bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re hevdîtin kir.    Têkildarî serdanê daxuyanî hate dayin û hate gotin ku di hevdîtinê de li ser mijara avê, geşedanên li herêmê û pêşxistina têkiliyên bi hev re nîqaş hatine kirin.    Tê payîn ku Barzanî di saetên pêş de bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.