Li girtîgehan li gorî cureyê 'sûc' cihêkarî tê kirin 2025-10-09 11:01:07 STENBOL - Parêzerê OHD’î Mehmet Şîrîn Şahîn, diyar kir ku di sala 2016’an de ji bo girtiyên ku di dosyaya wan de “bombe/teqemenî” cih digire, pergaleke cuda ya cezakirinê di meriyetê de ye.   Binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan zêde dibin. Li girtîgehên ku înfazên girtiyan tê şewitandin û tehliyeya wan tê astengkirin, girtiyên siyasî tên tecrîdkirin û ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê maf tên binpêkirin. Girtiya bi navê Ratîbe Batmaz li vê girtîgehê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ratîbe Yilmaz, di sala 1999’an de piştî hat binçavkirin dadgehê cezayê muebedê lê birî. Ratîbe Yilmaz a ku 26 sal in girtî ye, di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin.      Ratîbe Yilmaz a ku di tecrîdeke giran de ye, ji îdareya Girtîgeha Hejmar 1 Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê re bi daxwaznameyekî ji bo “hevdîtîna bi girtiyên din û qada hevpar” daxwaz dike. Lijneya Îdare û Çavdêriyê, diyar dike ku Ratîbe Yilmaz di 3’yê Mijdara 2022’yan ji Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ji bo Girtîgeha Hejmar 1 Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê hatiye sewqkirin û destnîşan dike ku Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan di nivîsa sewqkirinê de gotiye “di çêkirina bombe, teqemeniyên bi dest hatine çêkirin û teqemeniyên ji dûr de pispor e, divê bi girtiyên din ên bi heman wesfî ve re bên ragirtin û dema oda guhertinê an derketina qada hevpar divê wesfên wan esas bê girtin." Di biryara girtîgehê de nivîsa Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan hatiye esasgirtin û daxwaza Ratîbe Yilmazê hatiye redkirin.    Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Şîrîn Şahîn ê ku têkildarî mijarê raporek amade kiriye diyar kir ku “satûya bombe” ji bo girtiyên ku di dosyaya wan de “bombe/teqemenî” cih digire ne li gorî rêgeza wekheviyê ye û ev yek tecrîd e. Herwiha Şahîn, rave kir ku tevî Ratîbe Yilmazê, Ahmet Surme, Erdal Ozdogan, Alîgul Alkaya, Mîkaîl Mungan û Halîl Kahraman ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê bi heman “statû" ve tên tecrîdkirin û sihbet, werzîş û qada hevpar ji bo wan hatiye qedexekirin.   ‘DI 2016’AN DE LÎSTEYEK HATIYE AMADEKIRIN’     Şahîn, destnîşan kir ku di girtîgehê ji bo girtiyên ku di dosyaya wan de “teqemenî/bombe” cih digire, polîtîkayên tecrîdê pêk tîne û ev tişt got: “Ji bo girtiyên ku di dosyaya wan de ‘teqemenî/bombe’ cih digirin rejîmeke înfazê ya cuda tên sepandin. Lîsteyek kategorîzekirinê çêkirine. Me cara ewil di 2016’an de lîste ferq kir. Dema em ji bo binpêkirinan serlêdanan dikin di bersivên serlêdanan me de hejmar û dîrokên van dosyayan derbas dibe. Gulana 2016’an de ev lîste hatiye amadekirin. Ev lîste ji aliyê kê bi çi awayî hatiye amadekirin ne diyar e. Bersivên ku ji bo me hatine dayîn ew e ku saziyên girêdayî Wezareta Dadê ev lîste amade kirine.”   ’10 SAL IN DI HUCREYÊ DE YE’    Şahîn, diyar kir ku ev lîste ji navê girtiyên cezayê muebedê cih digirin û wiha pê de çû: “Di vê lîsteyê de girtiyên ku ji aliyê DGM’ê ve hatine darizandin û di nava 20 salan de tu cezayê disiplînê wernegirtinê jî cih digirin. Ratîbe Batmaz, mînaka herî şênber e. Herî dawî dema sirgûnê Girtîga Kocaeliyê bû, ji ber vê lîsteyê mafê wê hatin binpêkirin. Girtiyên bi navê Husne Kiliç, Mahîde Şahîn jî di heman lîsteyê de ne. Herwiha Adem Aslan ê ku li Girtîgeha Kocaeliyê tê ragirtin ev 10 sal in di tecrîdê de ye. Di Girtîgeha Tekîrdagê gelek girtiyên bi vî rengî hene. Me daxwaza lîsteyê kir. Ji me re hate gotin ku ev lîste ji bo saziyê hatiye şandin û dê nedin me. Katergorîzekirineke wiha ne li gorî qanûna înfazê ye.”   ‘NE LI GORÎ CPT Û PEYMANÊN MAFÊN MIROVAN E’    Şahîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo girtiyên ku ceza li wan hatine birîn, rêgezek heye ku divê bê raçavkirin ku di hejmara 5275 Qanûna Înfazê de derbas dibe; ‘li dijî wan divê kiryarên bi zilm, der mirovî û bêrêzî ya li hember rûmetê neyên kirin.' Ragirtina di tîpên S û Y’yê de, binpêkirina mafên mirovan e. Ev kiryar û sepan ne li gorî rêgeza înfazê û Komîteya Pêşilêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ne. Bingeheke hiqûqî ya kategorîzekirina vê yekê nîn e.”   ‘BIRYARA MÎNAK’    Şahîn, anî ziman ku Lijneya Îdarî û Çavdêriyê dikare girtiyan bi awayeke “bixeter” pênase bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lêbelê ev pênase ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye kirin. Têkildarî vê yekê biryara Dadgeha Destûra Bingehî heye. Serlêdaneke girtiyekî der barê vê yekê de heye. Serlêdan biryareke mînak e. Bingehek hiqûqî ya lîsteyên wiha nîn e. Di demeke nêzîk de dê pakêtên nû yên înfazê dê derkevin me serlêdanên xwe yên hiqûqî kir. Di pakêta nû ya înfazê de ger merc bên başkirin dê feydeya wê li pêvajoya aştiyê çêbibe.”    MA / Omer Îbrahîmoglû