Bernameya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê diyar bû 2025-10-08 14:35:26 ENQERE - Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê bernameya bîranîna 10’emîn salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê aşkera kir.  Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK), Odaya Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, bernameya salvegera 10’emîn a Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê bi daxuyaniyeke aşkera kir. Bernameya bîranînê li Yekitiya Mulkiyeyiyan hat aşkerakirin. Li eywanê pankarta “Me 10’êmin salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nêkir û ji bîr nakin” hate daliqandin.   Di destpêke de Sekretera Giştî ya KESK’ê Sevgî Yilmaz axivî. Sevgî Yilmazê komkujî bi bîr xist û got: “Ji bo aştî pêk were û Tirkiye bibe welatekî demokratîk em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê jin, ciwan û hemû kes xwedî li aştiyê derbikevin. Hemû kesên îro li vê eywanê bi awayekî tesadûfî ji Komkujiya 10’ê Cotmehê rizgar bûn. Dewletê tevdîrên ewlehiyê negirtibû. Em hêj nû daketibûn qadê ku bombeya zindî teqiya. Ew bombeyên zindî çawa heta vir hatin, kê rê da wan em ê her tim vê bipirsin.”    Nûnera DÎSK’ê ya Anatoliyaya Navîn Bîrgul Kaya jî destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got ku ew behtir bi biryar in û windahiyên xwe ji bîr nakin.   ‘EM TU CARAN JI BÎR NAKIN’      Sekreterê Giştî yê TMMOB’ê Ozgur Topçu jî diyar kir ku tu berpirsyarên komkujiyê nehatin darizandin û got: “Em jî tu car ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Heta aştî û azadî li vî welatî pêk were em ê têkoşîna xwe bidomin.”   Sekreterê Giştî ya TTB’ê Onder Okay jî bang li welatiyan kir ku tev li bernameya bîranînê bibin.    Piştî axaftinan, endamê Lijneya Rêveber a Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Can Ateş bernameya bîranînê parve kir. Bername wiha ye:    10’Ê COTMEHA 2025’AN   Bîranîn û Meşa Edaletê    09.00 - Hevdîtina li pêşiya Ulus Metroyê   10.04 - Bîranîn - Ked-Aştî û Meydana Demokrasiyê (Pêşiya Gara TCDD’ê)    10.30 - Meşa Edaletê (Ji pêşiya Gara Enqereyê heta Edliyeya Enqereyê)    14.00 - Di sala 10’emîn de Dîwana Muzîkê ya 10’ê Cotmehê (Navenda Hunerên Hemdem)    18.00 - Panel&Forum   11’Ê COTMEHÊ   14.00 - Di sala 10’an de gotûbêj (Navenda Hunerên Hemdem)    14.00 - Di sala 10’emîn a Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de lêgerîna edaletê (Eywana Konferansan a ABEM parêzer Rahmî Mahat)    12’Ê COTMEHÊ   11.30 - Serdana goristanê (Goristana Karşiyakayê)   18’Ê COTMEHÊ   14.00 - Di sala 10’an de Dîwana Muzîkê (Navenda Çandê ya Mamakê)    19’ê COTMEHÊ   13.00 - Bîranîna Îsmaîl Kizilçay û serdana goristanê (Saet di 09.00’ê de dê wesayît li pêşiya Eywana Vedat Dalokay, Parka Kurtuluşê rabin)