Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir 2025-10-06 11:55:41 AMED - Baroya Amedê diyar kir ku hewceye Selahattîn Demîrtaş û girtiyên di çarçoveya biryarên DMME’yê de tavilê bên berdan.    Baroya Amedê, têkildarî Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ku divê li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) were berdan, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de baroyê bal kişand ser biryara DMME’yê ya di 8’ê Tîrmeha 2025’an de û bi bîr xist ku biryara jinûvegirtina Demîrtaş xwedî tu bingeheke hiqûqî nîne û bi helwestekî siyasî hatiye dayin. Bi domdarî hate gotin ku DMME’yê di biryara xwe de destnîşan kiriye ku mafên azadî, ewlehî, dema maqûl a darizandinê û venêrîna darazê ya têkildarî rewşa girtî hatine binpêkirin.    Hat gotin ku DMME’yê ji Tirkiyeyê xwestiye ku Demîrtaş tavilê berde û sepanên bi heman rengî bi dawî bike. Hat gotin ku DMME’yê di biryara xwe de gotiye ku hewceye tevî Demîrtaş, hemû girtiyên siyasî yên di çarçoveya Doza Kobanê de hatine girtin bi heman rengî bên berdan. Baroyê, destnîşan kir ku cîbicîkirina vê biryarê her wiha gavekî mecbûrî ya pêvajoya civakî ye û divê ev yek neyê paşguhkirin.    Baroyê, bi bîr xist ku îtîraza li dijî biryara DMME’yê dê di 8’ê Cotmeha 2025’an de bi dawî bibe û heke îtîraz neyê kirin dê biryar teqez bibe û hewceye biryar tavilê bê cîbicîkirin. Baroyê, bang kir ku Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî yên di heman çarçoveyê de hatine girtin tavilê bên berdan.