Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin 2025-10-05 14:44:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Demserxo yê bajarê Laziqiyê kesên nenas bi ser mala rojnamevan Betûl Elî û bavê wê de girtin û gule li wan reşandin.   Li gor nûçeya Ajansa NÛçeyan a Hawarê (ANHA), duh bi şev kesên nenas li ser rêya El Muthelêq El Şîmalî ya li herêma Demserxo ya bajarê Laziqiyê bi ser mala rojnamevana Sûriyeyî Betûl Elî û bavê wê Semîr Elî de girtine û gule li wan reşandine. Hat diyarkirin ku kesên nenas bi 4 wesayîtan bi ser mala rojnamevan Betûl Elî ya li ser rêya El Mutehelêq El Şîmalî de girtine û gule li wê û bavê wê reşandine û reviyane.   Hat ragihandin ku rojnamevan Betûl Elî û bavê wê Semîr Elî bi giranî birîndar bûne û ew rakirina nexweşxaneya "El Seyide" û hatine emeliyetkirin.   Her wiha Wezareta Hundirîn a Hikumeta Demkî a Sûriyeyê heta niha der barê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.