Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde 2025-10-04 11:07:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya kurd Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Qerçekê girtiye, destnîşan kir ku gelên li Rojhilata Navînê ji ber polîtîkayên DYE’yê û hevalbendên wan di bin zextê de ne.   Girtiya siyasî ya kurd Pexşan Ezîzî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, ji Girtîgeha Qerçekê peyameke bi deng şand. Pexşan Ezîziyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ku beriya çend rojan têkildarî wê daxuyanî dabû û gotibû divê bê berdan rexne kir û got ku ger DYE bi rastî jî girêdayî mafên mirovan be, êdî divê merheleya gotinê derbas bike, dev ji gurkirina şer, êriş û komkujiyan berde û gavên pratîk bavêje.   Pexşan Ezîziyê diyar kir ku ew endameke asayî yê civakê ye û karê wê xebatên civakî ye û got: "Min qet rolek di hikûmet an saziyên siyasî de negirtiye û naxwazim jî hebe. Gelên Rojhilata Navîn di bin zexta aborî û civakî de dijîn ku ji ber polîtîkayên xelet û hegemonîk ên DYE’yê û dewletên hevalbendên wê çêbûye. Ev rewş mînakek ji salên mêtingerî û zordariyê ye."   Pexşan Ezîziyê di daxuyaniya xwe de daxwaza bidawîanîna şer, êriş û komkujiyên li herêmê, piştgiriyek zelal ji bo mirovên bêguneh û bidawîanîna cezayên bi salan kir. Pexşan Ezîziyê diyar kir ku ev ceza azadî û jiyana mirovan tepeser dikin û sînordar dikin.   Pexşan Ezîzî ku daxuyaniyên Amerîkayê tenê wekî nîşandana dilovanî û rêzgirtina mafên mirovan bi nav kir got: "Mirov û çalakvanên civakî ne girêdayî dewletan in û ne jî di lîstikên siyasî de rolek wan heye. Ji ber vê yekê divê zirarê nebînin."   Pêşxan Ezîziyê bal kişand ser zordariya aborî û civakî ya ku ji ber polîtîkayên DYE’yê û dewletên hevalbendên wê çêdibe û vê rewşê weke mînakek ji mêtingerî û zordariya demdirêj nirxand û daxwaza aştî, lihevhatin, edalet û rûmeta mirovan ji bo her kesî kir.