Rêxistinên mafên mirovan ji bo Zeyneb Celaliyan bang kirin 2025-09-17 14:53:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîst û rêxistinên mafên mrovan têkildarî rewşa tenduristiyê ya Zeynep Celaliyan hişyarî dan û xwestin mafê tedawiyê bêyî şert û merc bê cîbicîkirin.    Rêxistin û çalakvanên mafên mirovan der barê rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan de hişyarî dan û bang kirin ku bê şert û merc Zeyneb Celaliyan were tedawî kirin. 22 rêxistin û 12 çalakvanên mafê mirovan ên Îranê û cîhanê der barê rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan de, daxuyaniyek hevbeş belav kirin.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî nexweşiya metirsîdar jî Zeyneb Celaliyan nayê tedawîkirin û wiha hate gotin; “Rayedarên Îranê rê nadin Zeyneb Celaliyan were tedawîkirin. Rayedar bi van nêzîkatiyên xwe dixwazin poşmaniyê li girtiya Kurd ferz bikin, lê Zeyneb Celaliyan dijî vê helwestê xwe ragire. Nexweşiya gurçik, lerizîn, dîtina xirab û enfeksiyona diranan bi Zeyneb Celaliyan re heye. Ji ber van nexweşiyan jî pêwîstî bi tedawiyek lezgîn heye.”   Navê hinek ji rêxistin û çalakvanên mafên mirovan ên ku daxuyaniyê îmzekirine wiha ne: “Wexfa Abdulrehman Buromand, Rêxistina Mafên Mirovan a Ahvazê, Kampanyaya Çalakvanên Belûç, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, Navenda Belgekirina Mafên Mirovan a Îranê, Rêxistina Navneteweyî ya li dijî Êşkenceyê. Herwiha çalakvanên mafên mirovan Mehmûd Emîrî Muqedem, Nazanin Bunyadî, Laden Bromandy, Roya Bromandy, Şîrîn Abbadi, Karen Karlaker, Richard Ratcliffe û Nazanin Zaghari Ratcliffe.”