Serkeftina Kobanê ji bo gelan bû hêvî 2025-09-14 13:04:11 RIHA - DAIŞ a ku li seranserî cîhanê tirseke mezin belav kiribû, 11 sal berê êrişî Kobanê kir. Piştî berxwedana dîrokî ya 134 rojan, DAIŞ hate têkbirin û bingeha neteweya demokratîk hate avêtin.    DAIŞ a ku di lîsteya “Rêxistinên herî tirsnak a cîhanê” de cih digire, 11 sal berê ji sê baskan ve bi çekên giran êrişî Kobanê kir û bingeha destpêka têkçûna xwe amade kir. Koma çekdar a ku di destpêka salên 2000’î de li Iraqê hate damezirandin û navê DAIŞ’ê li xwe kir, ji El Qaîdeyê peşiya bû. DAIŞ’ê, piştî sala 2011’an ku li Sûriyeyê şer dest pê kiribû, çalakiyên xwe zêde kir. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir, Êzidî di komkujiyeke mezin re derbas kir û bi hezaran jinên Êzidî di bazarên koleyan de firot. Piştî van êrişan, di sala 2014’an de berê xwe da bajarê rojavayê Kurdistanê Kobanê. Li vir hem asta êrişên xwe dijwar kir hem jî komkujiyên nû kir.    Kobanê, di Çileya 2014’an weke kantona ewil a Rojava hate ragihandin, ji hêzên rejîmê hate paqijkirin û bingeha jiyaneke nû ya li ser esasê “Xweseriya Demokratîk” hate avakirin. DAIŞ’ê, di 15’ê Îlona 2014’an de ji sê baskan ve êrişî Kobanê kir. Ev êriş, bû gava ewil a nivîsandina berxwedaneke dîrokî ya ku dê li pêş çavên hemû cîhanê bihata nivîsandin. DAIŞ’ê wisa plan dikir ku di demekî kin de Kobanê dagir bike lê balkêş e ku bû cihê ewil ê têkçûna wê.    Dema hewl dida şoreşa gelan bifetisîne, berevajî wê piştî berxwedaneke dîrokî ya bi mehan domiya, destpêka dawiya xwe da destpêkirin.    JI ABDULLAH OCALAN BANGA DÎROKÎ   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 22’yê Îlona 2014’ê de li Îmraliyê di nirxandineke xwe de got: “Ketina Kobanê, tê wateya ketina tevahiya Kurdistanê. Bila her kes li gorî vê rastiyê tevbigere.” Bi vê yekê re bang yekitiya Kurdan, birêxistinkirina jiyanê ya li gorî rastiya şer û mezinkirina berxwedanê kir. Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku Kobanê mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e. Piştî peyama Abdullah Ocalan, ji her çar parçeyên Kurdistanê Kurdan bi ruhê seferberiyê berê xwe dan Kobanê. Bi berxwedana Kobanê re her çar parçeyên Kurdistanê gihiştin hev û ji bo xwedîderketina li Kurd û Kurdistanê bû gaveke girîng.    BERXWEDANA KU PIRSÛS BI KOBANÊ RE BÛBÛ YEK    Piştî banga seferberiyê, ji welatên cuda bi hezaran şoreşgerên enternasyonalîst jî berê xwe dan navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku li ser sînorê Kobanê ye. Li dijî êrişên DAIŞ’ê ku bi çekên teknolojiya wan bilind dihatin kirin, tevî astengkirinan jî gelek kes çûn tev li berxwedana Kobanê bûn. Berxwedan, roj bi roj mezin bû. Di 26’ê Îlonê de jî bi hezaran kesên li ser Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê kom bûn, têlên direhî rakirin û kom bi kom derbasî Kobanê bûn.    TÊKILIYÊN DAIŞ-TIRKIYEYÊ     DAIŞ’iyan, sînorên Tirkiyeyê bi rehetî bi kar di anîn û têkiliya wan a bi leşkerên Tirk re li ser medyayê hatin parvekirin. Li ser vê yekê, di 7’ê Cotmehê de bi deh hezaran kesan ber bi sînor ve meşiyan û li seranserî sînor li gundan nobet girtin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di mitînga partiya xwe ya li Dîlokê de got “Vaye Kobanê hat ket ha dikeve.” Piştî vê gotinê, li gelek bajaran bi sed hezaran kesan çalakiyên protestoyî dan destpêkirin. Di encama êrişên çekdarî yên polîs, leşker û endamên HUDA-PAR’ê de di çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an de 46 kesan jiyana xwe ji dest dan.    SERKEFTINA PIŞTÎ BERXWEDANA 134 ROJA HAT BIDESTXISTIN     Di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de di 28’ê Cotmehê de ji Herêma Federe ya Kurdistanê hêzên pêşmergeyan hatin ser xeta sînor û sê rojan li ser sînor hatin sekinandin. Hêzên pêşmergeyan, di 31’ê Cotmehê de ji Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê derbasî Kobanê bûn. Piştî biryara ku 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê were pîrozkirin, bi deh hezaran kesan berê xwe dan gundê Mehsertê ku nobeta berxwedanê lê dihat girtin. Di 6’ê Mijdarê de dema hunermandan çalakiya xeleka mirovan li dar dixist, êrişa bombeyên gazê û guleyên rast ên ji her du aliyên sînor hate kirin. Di êrişê de aktîvîsta Platforma Azadiya Civakî û xwendekara Lîsansa Bilind a Zanîngeha Marmarayê Kader Ortakkaya (28) jiyana xwe ji dest da. Di 3’yê Kanûnê de hêza duyemîn a pêşmergeyan ku ji 150 kesan pêk dihat û di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji bo piştevaniya bi YPG/YPJ’ê re hatibûn şandin, gihişt Kobanê. Di 19’ê Çileyê de DAIŞ li Kobanê hate şikandin û li noqteya stratejîk a Kobanê Girê Miştenûrê ala YPG’ê û wêneyê Abdullah Ocalan hate hilayîstin. Di 26’ê Çileya 2015’an de jî gel û berxwedêrên Kobanê ku teslîmî tarîtiyê nebûn, di roja 134’emîn a berxwedana xwe de DAIŞ li Kobanê têk birin û bajar rizgar kirin.    Yek kesên di tevahiya berxwedanê de li Kobanê têkoşiyayî jî Hevserokê Desteya Ekolojiyê ya Kantona Firatê Arîf Ballî bû. Ballî, têkildarî berxwedana dîrokî axivî.    TÊKOŞÎNA BÊNAVBER A HETA 2019’AN   Balî, da zanîn ku wê demê di “Meclisa Malbatên Şehîdan” de xebat dimeşand û got ku êrişên dagirkeriyê yên DAIŞ’ê li berxwedana Kobanê qelibî ye. Balî, diyar kir ku êrişên di sala 2013’ê de li Girê Spî dest pê kirin, piştî bajarê Sirrînê di meha Îlona 2014’an de li Kobanê zivirîn û got: “Kobanê ji çar aliyan ve hate dorpêçkirin û bi êrişan xwestin bajar bifetisînin. Berxwedana ewil, berxwedana Serzoriyê bû ku 11 şervanên YPG’ê li wir li ber xwe dan û şehîd bûn. Li rexekî bi alîkariya bajarên ketibûnê li rexa din jî bi alîkariya Tirkiyeyê êrişên xwe berfireh kirin. Li ser vê yekê, berxwedana gel dest pê kir.” Balî, da zanîn ku piştî berxwedana 134 rojan ku YPJ û YPG’ê pêşengtiya wê dikir serkeftin hate bidestxistin û got: “Yek ji hêmayên herî girîng a vê serkeftinê, yektiya her çar parçeyên Kurdistanê ya piştî banga birêz Abdullah Ocalan bû. Piştî rizgarkirina Kobanê, bajarên weke Minbic, Tebqa û Reqa jî ji dagirkeriya DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Heta sala 2019’an jî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê domiya. DAIŞ, li gelek cihan xwe tev li komên eşîran, komên paramîlîter û hêzên çekdar kir û niha di nav wan de xebatên xwe didomîne.”     CIHÊ BERXWEDANA KOBANÊ    Balî, bal kişand ser bandora banga Abdullah Ocalan a wê demê û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya rizgarkirina Kobanê de me ji xwe re digot ‘Kesên li dijî zilmê ji bo mirovahiyê têdikoşin.’ Di pêvajoya Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmehê de jî em li gorî vê mîsyonê û paradîgmaya Rêber Apo tevgeriyan. Lewma jî dagirkeriyên li derdora me em eleqedar dikirin. Gelên Suryan, Ereb, Çerkes û Tirkmen ên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de, bi zext û zilmê re rû bi rû bûn. Me jî nedikariya li dijî vê bêdeng bin. Ji ber ku me digot ku em ji bo demokrasî, edalet û pêkvejiyanê têdikoşin. Di encama vê baweriya me de, hemû gel û baweriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn hatin gel hev. Berxwedana Kobanê û şerên piştre hatin kirin, nîşanî me dan ku dema gel dibin yek dikarin komkujerên DAIŞ’ê û komên êrişkar têk bibin. Yekitiya Kurdan a li 4 parçeyan pir bandor kir. Dirûşma me ya herî girîng ‘Berxwedan jiyan e’ bû. Her ku me ev dirûşm berz kir, em bi wê re jiyan. Her ku me li ber xwe da me rêyên nû vekir. Me dizanî ku teslîmiyeteke herî biçûk dê me bi dagirkeriyê re û bi rû bihêle. Di navenda wê berxwedanê de jî banga Rêber Apo pir girîng bû.”    SERKEFTINA GELAN    Ballî, da zanîn ku ji çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Sûriyeyê ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran berxwedêrên Kurd, Tirk, Ereb û hwd. tev li berxwedanê bûne û serkeftina Kobanê serkeftina gelan e. Ballî, axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiyeyê bi piştgiriya xwe ya bi DAIŞ’ê re dixwest pergala piştî Şoreşa Rojava hatibû avakirin tune bike. Tirkiyeyê heta demek piştre li vir şerê wekaletê kir. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ya ji hêla Tirkiyeyê ve, êrişên wê yên bi SÎHA’yan û di her firsendê de hedefgirtina wê ya fîzîkî û devkî, nîşan dide ku dixwaze vê herêmê dagir bike. Lêbelê gelê Kobanê, dê li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ruhê berxwedanê biparêze. Ji ber ku ev gel baş dizane ku ev şer şerekî man û nemanê ye.”    MA / Ceylan Şahînlî