Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye 2025-09-06 11:53:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek jinên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê li Ewropayê hevdîtinan bi rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûqî û parlamenteran re bike.   Şandeyek jinên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê li welatên Ewropayê bi rêxistinên jinan, hiqûqî û parlamenterên ewropî re hevdîtinê bike û beşdarî panel û çalakiyên çandî bibe.vŞande ji endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û berdevka Yekitiya Jinên Suryan Jorjet Bersum pêk tê.   Şande dê li li Swîsre, Almanya, Fransa û Belçîkayê hevdîtinan pêk bîne û beşdarî konferans, panel û çalakiyên çandî bibe. Di çarçoveya pêşxistina tevkariyê û pevguhertina ezmûnan der barê dozên hevbeş de jî dê bi parlamenterên Belçîka û Swîsreyê hevdîtinan bike.   Li gorî endamên şandeyê, serdan dê mehekê dewam bike û rewşa Sûriyeyê, modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pirsgirêkên jinan û ezmûnên wan di nava aloziyê de wê rojevên hevdîtinan bin. Rêbazê herî guncaw ê rêveberiyê li Sûriyeyê û dosyeya koçberan jî wê di hevdîtinan de werin nîqaşkirin.