Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye 2025-09-04 13:45:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Şemiya Mor diyar kir ku sedema giranbûna bîlançoya edheja li Efxanistnê rejîma Talîbanê ye û got: “Bêdengî şirîkatiya sûc e. Jin û zarokên li Efxanistanê êdî nikarin vê bêdengiyê rakin.”   Li eyaleta Kunarê ya Efxanistanê bi pileya 6.0 erdhej çêbû.  Di erdhejê de zêdetirî hezar û 400 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Tevgera Şemiya Mor, têkildarî erdhejê û encamên wê daxuyaniyek da û got sedema giranbûna bîlançoya erdhejê, rejîma Talîbanê ye.    Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mirov ne tenê ji ber lawaziya binesaziyê, her wiha ji ber polîtîkayên zordar ên Talîbanê yên li hemberî jinan jiyana xwe ji dest dan. Tevgerê diyar kir ku ji ber nebûna bijîşkên jin, jinên birîndar nekarîn bêne dermankirin, her wiha ji ber astengiyên çandî jî bijîşkên mêr nekarîn jinan tedawî bikin. Tevgerê, destnîşan kir ku bêparhiştina jinan ji perwerde û karê tenduristiyê bi xwe re “encamên kujer” aniye.   ‘JI BER KU BIJÎŞKÊN MÊR JINÊN BIRÎNDAR DERMAN NEKIRIN GELEK JIN MIRIN’     Bi domdarî hate destnîşankirin ku jinên ducanî ji ber ku xizmetên tenduristiyê wernagirin jiyana xwe ji dest didin, her wiha pitikên ku bi destwerdaneke tibî ya bingehîn dikarin bêne rizgarkirin, ji ber vê yekê beriya ji dayik bibin, jiyana xwe ji dest didin. Tevgera Şemiya Mor got: “Erdhejê xanî hilweşand, lê belê polîtîkayên Talîbanê hêvî şikand.”   ‘BÊDENGÎ ŞIRÎKATIYA SÛC E’    Di daxuyaniyê de tevgerê nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî da û got: “Bêdengî şirîkatiya sûc e. Jin û zarokên li Efxanistanê êdî nikarin vê bêdengiyê rakin.”