Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 10 kes mirin, 38 kes birîndar bûn 2025-08-28 11:17:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên Ûkraynayê ragihandin ku di êrişa Rûsyayê ya li dijî Kîevê de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 38 kes jî birîndar bûne.  Rayedarên Ûkraynayê ragihandin ku Rûsyayê şevê din li dijî paytext Kîevê bi balafirên şer ên bêmirov û fûzeyan êrişeke berfireh pêk anî. Rayedaran da zanîn ku di êrişê de yek jê zarok bi giştî 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 38 kes jî birîndar bûne.    Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê Tîmur Tkaçenko li ser Telegramê got ku Rûsyayê bi awayekî sîstematîk malên sivîlan hedef girtiye. Di demên berê de jî Ûkraynayê ragihandibû ku Rûsya sivîlan hedef digire lê Rûsyayê ev îdia red kiribû.    Wezareta Parastinê ya Moskovê ragihand ku pergala parastina hewayî di tevahiya şevê de herî kêm 102 balafirên şer ên bêmirov ên Ûkraynayê ku 7 herêm hedef digirt, îmha kiriye.    Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Vlodimir Zelensky jî êrişa Rûsyayê şermezar kir û xwest mueyîde li Rûsyayê bên ferzkirin.