Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê 2025-08-27 14:39:10 ENQERE - ÎHD û OHD’ê rapora xwe ya têkildarî merasîma çekberdanê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk aşkera kir û ji bo pêşketina pêvajoyê pêşniyarên xwe pêşkeş kirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rapora xwe ya çavdêriyê ya têkildarî merasîma îmhakirina çekan ku Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11’ê Tîrmehê de li çolterê bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê li dar xist, aşkera kir. Daxuyanî, li navenda giştî ya ÎHD’ê hate dayin û bal kişand ser gelek xisûsan.    'PÊDIVIYA PÊVAJOYÊ BI VEGUHERÎNEKÊ HEYE’      Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, diyar kir ku mezintirîn astengiya li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokrasiyê ye. Kuçukbalaban, ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibate û geşedanên piştre jî got: “Ji bo çareseriya meseleya Kurd a li ser zemîneke siyasî û hiqûqî, geşedanên krîtîk û girîng in.”    Bi domdarî Kuçukbalaban anî ziman ku hewceye îmhakirina çekan tenê weke mijara “ewlehiyê” neyê dîtin û wiha domand: “Dixwazin bi bîra hemû aliyan û aktorên civakî bixin ku hewceye pêvajo veguhere ser zemîneke siyasî û hiqûqî. Divê teqez bi misogerkirina maf û azadiyên şexsî û kolektîf, bi cîbicîkirina serweriya hiqûqê, mafên mirovan ên gerdûnî û normên demokrasiyê bersiv ji çekberdayînê re were dayin. Ji bo civakîbûna aştiyê, hewcehî bi jinûveavakirina baweriya civakê heye. Ji bo vê jî divê bi rabirdûyê re hevrûbûnek çêbibe, bandora pêvajoya şer a li ser kes û civakê were kêmkirin û pêdivî bi pêvajoyeke çêker heye. Ji bo vê pêvajoya ku em jê re dibêjin edaleta serdema derbasbûnê divê mekanîzmayên pêwîst bên avakirin. Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayinde, herî kêm biqasî muzakerekirina her du aliyên şer dikin girîng e.”    PÊŞNIYAR     Piştre jî Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter Moray axivî û pêşniyarên ji bo pêşxistina pêvajoyê amade kirine wiha rêz kir:    “* Divê nêzikatiyeke ne tenê aliyên şer lê tevahiya civakê beşdarî pêvajoyê dike were esasgirtin; di pêvajoyên biryardayînê de bi baldarî tevbigerin û mekanîzmayên piranîparêz, şefaf û ji venêrîna civakê re vekirî bên avakirin.    * Ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û hêj di astekî mezin de tecrîdkirî ye bikare bi awayekî çalak tev li muzakereyan bibe, divê mafê wî yê pêwendîdanînê bê dayin û mercên wî yên fîzîkî li gorî hiqûqa navneteweyî bên amadekirin.    * Divê peymaneke civakî û destûreke bingehîn a nû ya li gorî rêbazên beşdariya civakê hatiye amadekirin ku pêşî li ber veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê veke û aştiyê mayinde bike, were çêkirin. Di serî de mafê zimanê dayikê yê gelê Kurd û naskirina çandî, hewceye daxwazên hemwelatiya wekhev bi destûra bingehîn bên misogerkirin.    * Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ya dij-demokratîk were rakirin û sererastkirinên qanûnî yên xwe dispêrin serweriya hiqûqê û li gorî onrmên mafên mirovan bikevin meriyetê.    * Di serî de girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, divê sepanên cihêkar ên înfaza cezayê yên li dijî girtiyên siyasî bên rakirin û muwzûata têkildarî mafê hêviyê tavilê bê sererastkirin.    * Divê girtiyên siyasî tavilê bên berdan û hevşaredarên ji peywirê hatine dûrxistin demildest vegerin ser peywira xwe.    * Her wiha, divê Tirkiye Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê ku li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û çareseriya li ser zemîneke aştiyene astengî ye, Peymana Mafên Medenî û Siyasî, Peymana Mafên Zarokan û peymanên din ên navneteweyî mohr bike.    *Hewceye Tirkiye, Peymana li Dijî Hemû Windakirinên bi Darê Zorê, Dadgeha Cezayan a Navneteweyî (Statuya Romayê), Peymana Stenbolê û peymanên din ên mafên mirovan bihêz dikin îmze bike.    * Biryarên DMME û AYM’ê divê tavilê bên cîbicîkirin.    * Ji bo milîtanên çek berdane bikarin tev li jiyana siyaseta sivîl û demokratîk bibin, divê astengiyên li pêşiya wan bên rakirin.”    DI TORENÊ DE ÇI QEWIMÎ?   Di heman demê de naveroka rapora çavdêriyê jî hate parvekirin. Di raporê de têkildarî torenê wiha hate gotin:    “* Toren, 23 deqeyan piştî saeta dihat payin, li gorî saeta Tirkiyeyê di 11.23’yê de dest pê kir. Piştre hate zanîn ku cihê cihê rêxistinên civaka sivîl ên dê agahiyên têkildarî envanterên çekan û agahiyên têkildarî nasnameyên milîtanan bigirtana hatiye guherandin û ev derengmayin bi vê boneyê çêbûye.    * Merasîm, li Şikefta Caceneyê hat lidarxistin. Piştî koma 15 jê jin û 15 jî zilam bi giştî ji 30 kesan pêk dihat û çekên cuda li gel bûn ku Hevseroka KCK’ê Besê Hozat (Hulya Oran) li pêşiya wan bû ber bi qadê ve hatin, merasîm dest pê kir.    * Komê yekser berê xwe da platforma beriya niha hatibû amadekirin ve çû. Wêneyekî Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê hatiye kişandin dabûn ser dîwarê li pişta platfomê.    * Piştî kom li platformê bi cih bû, Besê Hozat (Hılya Oran) û Behzat Çarçel (Nedîm Seven) ji raya giştî re metnên bi zimanên Tirkî û Kurdî xwendin. Du versiyonên cuda yên heman metnê li beşdaran hatin belavkirin.    * Piştî daxuyanî bi dawî bû, li gorî rêza ji şikeftê ber bi qade ve hatin, li herî pêş Besê Hozat, milîtanan yek bi yek çekên xwe xistin hundirê xezneyê. Ji bo agahiyên nasnameyên milîtanên di komê de û envanterên çekan bên radestkirin, bang li Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter Moray û Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Coşkun Ustercî hate kirin, têkildarî bernameya torenê agahî hatin dayin û piştre jî derbasî beşa ji bo wan hatibû veqetandin hatin kirin.    * Milîtanê bi navê Tekîn Mûş (Mehmet Demîrer) ku di komê de cih digirt, piştî çeka xwe xistî hundirê xezneyê, hate cem qada ji bo nûnerên ÎHD, OHD û TÎHV’ê hatiye veqetandin û agahiyên nasnameyê yên milîtanên çekên di destê xwe de berdane û dosyaya envanterên çekên dê bên îmhakirin, radestî şandeyê kir. Di vê navberê de diyar kir ku ew dixwazin êdî di çareseriya meseleya Kurd de tundiyê ji dewrê derxînin, bi vê boneyê îro li vir bi awayekî sembolîk çekên xwe dişewitînin, ew girîngiyê didin ku rêxistinên civaka sivîl di meseleya Kurd de bi roleke mezintir rabin û bi vê boneyê jî wan guncav dîtine ku dosyayê radestî rêxistinên civaka sivîl bikin.    * Piştî tevahiya milîtanan çekên xwe xistin hundirê xeznê, Besê Hozat (Hulya Oran) û Behzat Çarçel (Nedîm Seven) hatin hindava xeznê û bi alîkariya peywirdaran agir berdan çekan û şewitandin.    * Piştî şewitandina çekan, koma milîtan a ji 30 kesan pêk dihat li pey hev rêz bû û bêyî çek pê re bin ber bi Şikefta Caseneyê ve çûn.    * Merasîm, saet di 12.00’ê de bi dawî bû. Di sihbetên bi xebatkarên çapemeniyê yên li qadê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedaran de hatiye destnîşankirin ku şewitandina çekan, ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd, mijareke krîtîk e.    * Şandeya Çavdêriyê piştî merasîmê di roja 11’ê Tîrmehê de vegeriya Hewlêrê û ji wir jî bi otobûsan ber bi Amedê ve bi rê ket. Di 12’ê Tebaxê saet derdora 06.00’an jî endamên şandeyê gihiştin Amedê û li vir jî çûn bajarên xwe.”