ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2025’AN 2025-08-24 09:00:08   * Ji ber xebatên lêgerîna petrolê yên TPAO’yê, kaniyên Çiyayên Gabarê qirêjî bûn û hişk bûn.  Şêniyên gundê Ziyaretê gotin: “Di demên berê de li her devera gundên me kanî hebûn lê niha tune ne. Her roj em diçin walîtiyê û ji me re dibêjin ‘ha îro ha sibe’ lê me dixapînin.”    *Tukan Abayli ku li zozanên gundê Licikê nêzî 30 sal in bêrîvaniyê dike, xwest xebatên jeotermalê bi dawî bibin.    * Kedkarên qeyûmê Wanê ji kar derxistî 25 roj in li ber xwe didin. Karkeran, diyar kirin ku ew ê li dijî neheqiyê paşvegavê neavêjin.    * Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê komîsyona li meclisê hatiye avakirin hem li Abdullah Ocalan hem jî Koma Aştî û Civaka Demokratîk guhdarî bike û gavên divê bên avêtin rêz kir.    * “Komîsyona Jin û Destûra Bingehîn” a ji hêla TJA’yê ve hatiye avakirin dê têkildarî pêvajoyê li Qonaxa Cemîlpaşa ya Amedê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDΠ   * Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê dê li eywaneke dawetan a navçeyê bi beşdariya Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan bi dengbêjan re hevdîtinê bike. (13.00)   * Li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Edeneyê dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê bi partiyiyan re hevdîtinek bê kirin. (14.00) ZINDÎ