ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2025'AN 2025-08-23 09:00:17 * Dînamîtên ku tîmên girêdayî rêbejahiyê li navçeya Elkê diteqînin, zirarê didin xwezayê. Gotinên wekî "me serobino kir" ên kesên dînamîtan diteqînin, di dîmenan de xwe dan der.    * Serokê Weqfa Çandê ya Anatolyayê ya Haci Bektaş Velî Ercan Geçmez, got ku divê hemû derdorên civakî li komisyona meclisê bên guhdarîkirin û pêvajo li ser esasekî hiqûqî bê rûniştandin.    * Qeydên Dibistana Muzîkê ya Egidê Cimo dê di 15'ê Îlonê de bi dawî bibin.Ji perwerdekarên dibistanê Abdullah Yagman, ji bo perwerdehiya muzîkê ya bi zimanê dayikê banga qeydê li malbatan kir.    * Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Adem Yilmaz diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê kûrtir dibin û got ku wekî ciwan, ew ji bo şikandina vê çerxê têdikoşin.   * Li Şirnexê ku nifûsa wê zêdetirî 550 hezarî ye, tenê onkologek heye. Piştî onkolog çû betlaneyê, 250 nexweşên pençeşêrê mexdûr bûn.    * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 1064'emîn li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)   * ÎHD û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bidomînin. (12.00)   * Meclisa Jinan a DEM Partiyê, dê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Bakirkoyê çalakiyek li dar bixin. 13.00)   * Li gundê Qurçik ê girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê, dê mihrîcanê roja xwe ya duyemîn de bidome. (13.00)   * Têkildarî rewşa girtiyên nexweş dê li Enqere, Îzmîr û Stenbolê daxuyaniyê bê dayîn. (13.00)   * Li Dêrsim û Enqereyê têkildarî vekirina mescidê daxuyanê bê dayîn (14.00-15.00)   * KESK’ê têkildarî xelaya Xezeyê li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Enqereyê daxuyanî bide. (14.30)   * Ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ku hatibû qetilkirin, dê li sendîka Petrol-Îş a li Êlihê merasîma bibîranînê bê lidarxistin. (15.00) ZINDÎ   * Li Wanê dê mitînga bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî dê biser keve” bê lidarxistin. (17.00) ZINDÎ