Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê 2025-08-14 15:07:32 ŞIRNEX - Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, ji bo pêşîlêgirtina qirkirina daristanan kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Platformê, sûreteke 8 hezar û 609 îmzeyên kom kirî ji walîtiyê û yek jî ji Serokatiya Meclisê re şand.    Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, ji bo pêşîlêgirtina qirkirina ekolojiyê ya li bajar, di 29’ê Hezîranê de li navenda bajar û navçeyên wê Silopiya, Cizîr, Elkê û Qilebanê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di kampanyayê de 8 hezar û 609 îmze hatin komkirin. Sûreteke îmzeyên bi sernavê “Li Şirnexê qirkirina ekolojiyê bidin sekinandin” hatine komkirin ji Walîtiya Şirnexê re hate şandin. Îmzeyên orjînal jî ji Serokatiya Meclisê re şand.    Berdevkê Demê yê Platformê Adnan Şenbayram li pêşiya avahiya walîtiyê daxuyanî da û got: “Ji bo pêşîlêgirtina birîna daran a li Şirnexê em ê tişta ji dest tê bikin. Şirnex weke qadeke qirkirina ekolojiyê hatiye hilbijartin. Em li Şirnexê jiyana her zindiyekî diparêzin. Em daxuyaniyên nerast ên weke “me birîna daran daye sekinandin” qebûl nakin. Dema ev îmzeye gihiştin ber destê wan, wê demê dê berteka gel jî bibînin. Divê li dijî qirkirina daran tavilê gav bên avêtin. Têkoşîna platforma me dê bidome. Em banga tevlibûna vê têkoşînê li her kesî dikin.”    Piştî daxuyaniyê jî sûretekê îmzeyan tevî daxwaznameyê radestî rayedarên walîtiyê hate kirin. Piştre jî îmzeyên din ên resen bi rêya postayê ji Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hatin şandin.