Li Îdirê atolyeya ‘îdeolojiya Rizgariya Jinê’ 2025-08-13 09:25:10   ÎDIR - Meclisa Jinan a DBP’ê li Îdirê atolyeya “Îdeolojiya Rizgariya Jinê” li dar xist.    Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi dirûşma “Bi jina azad re ber bi civaka demokratîk ve” atolyeyên “Îdeolojiya Rizgariya Jinê” dabû destpêkirin. Meclisa Jinan, di vê çarçoveyê de li Taxa Pulûrê ya navenda Îdirê û li gundê Badilliyê yê navçeya Qulpê atolye li dar xist.     Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgor di atolyeyê de axivî û got: “Di demên berê de navenda jiyanê jin bû. Di serdema nêçîrvanî-komkeriyê de berhem radestî jinan dihatin kirin û jinan jî bi awayekî wekhev li her kesî parve dikir. Piştre dewlet derketin holê. Jinan derman çêdikirin, her tişt ber destê jinan derbas dibû. Lêbelê niha navê jinê tune ye. Jin, carnan di perestgehan de carnan jî di kelehan de hatin hefsîkirin. Piştre jî di malan de, li kargehan hatin hefsîkirin. Birêz Abdullah Ocalan, 5 xal danî pêşiya me û bi van 5 xalan re rizgariya jinê û civakê danî pêşiya me.”