‘Çekên ku Şengal rizgar kirin bûn sembola aştiyê' 2025-08-13 09:01:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Şengal ku li Casenayê bû şahidê merasîma şewitandina çekan got: "Çekên rizgarker ên Şengalê bûn sembola aştiyê."   Di 11'ê Tîrmehê de, PKK'ê merasîmek li Şikefta Casena ku li devera gundewarî ya Silêmaniyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ye, bi beşdariya mezin li dar xist. Komeke gerîla ya ji 30 kesan pêkhatî ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Bese Hozat jî di nav de bû, di merasîmê de çekên wan şewitandin.   Merasîm ku di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" de hat lidarxistin, endamên civaka Êzidî jî beşdar bûn. Merasîm ku ji hêla gerîlayên HPG'ê ve hat lidarxistin, ji bo Êzidiyan kêliyek hestiyar bû.   Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinan a Êzidî (TAJÊ) Neam Şengal ku şahidiya fermana 74'an a li dijî Êzidiyan kir, di nav kesên ku beşdarî merasîma dîrokî bûn de bû. Neam Şengal li ser merasîmê hestên xwe wiha anî ziman: "Wan çekan em rizgar kirin. Dibe ku niha em derbasî têkoşînek din bibin, lê hiştina vê bîranînê ne hêsan e."   ‘BI WAN ÇEKAN ŞENGAL RIZGAR KIRIN'      Neam Şengal bi bîr xist ku Êzidî bi wan çekan hatine parastin û ji fermana 74'an hatine rizgarkirin û got: "Wekî jineke Êzidî, ez beşdarî merasîma danîna çekan a li herêma Şikefta Casena bûm. Em ji dîtina gerîlayan piştî van hemû salan kêfxweş û bi kelecan bûn. Dema ku gerîla ji şikeftê derketin û daxuyaniyek dan, em pir kêfxweş bûn. 42 salan, wan bi wan çekan ev gel, nirx û nasnameya wan parastin. Ji ber vê yekê, wekî jineke Êzidî, kêliya ku wan ew çek şewitandin ji bo min herî pir bibandor bû. Dîtina şewitandina wan çekan li ber çavên wan kanalên ku her roj me înkar dikin û paşguh dikin, bandorek kûr li min kir. Ji ber ku wan bi wan çekan me, Êzidî, ji fermana 74'an rizgar kirin. Wek Êzidî, em ê qet kirinên baş ên gerîlayan ji bîr nekin."    Neam Şengal destnîşan kir ku pergala neteweya demokratîk di dema avakirina Şengalê de hatiye damezrandin û Êzidiyan komele, partî û hêzên leşkerî ava kirine. Neam Şengalê got: "Tevgera azadiyê, hêzên HPG, bi çenteyên piştê û çekên di nav destên xwe de ji çiyayên azad daketin Şengalê. Ew gihîştin Şengal û ji bo alîkariya Êzidiyan hatin. Bi wan çekan, wan DAIŞ'ê têk bir û Şengalê rizgar kir. Bi wan çekan, wan jin û mêrên Êzidî kom kirin, ew perwerde kirin û alîkariya wan kirin ku xwe biparêzin. Van jin û mêrên Êzidî, mil bi mil, nasname, bawerî û çanda xwe li dijî DAIŞ'ê parastin. Van ciwanan axa Şengalê ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Êzidî vegeriyan axa xwe. Êzidiyên vegeriyayî jî tev li pêvajoya avakirina nû bûn û pergala neteweya demokratîk hat damezrandin. Êzidiyan komele, partî û hêzên leşkerî ava kirin. Ji ber vê yekê cihê PKK'ê di welatê me de cuda ye. Heke ew nebûna, dibe ku em îro li Şengal nebûna, an jî dibe ku cihekî bi navê Şengal, an jî civaka Êzidî tunebûya. Bi taybetî bîranîna şehîdên HPG'ê Dilşêr Herekol û Egit Civyan dê her tim bi me re bijî. Çekên Şengalê rizgar kirin, bûn sembola aştiyê."    Neam Şengalê diyar kir ku ew ê tu carî hewldanên mezin ên PKK'ê yên ji bo Êzidiyan ji bîr nekin û got ku Êzidî jî piştgiriyê didin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.   Neam Şengalê diyar kir ku têkoşîna serdema nû dê bi rêya siyaseta demokratîk were meşandin û got: "Ger çareseriyek were dîtin, gel dê ne bi çekan, lê bi siyaseta demokratîk xwe biparêze. Bi rêya siyaseta demokratîk, ew ê mafan bixwazin, wan daxwaz bikin û karê xwe bikin. Bi milyonan Kurd li bakurê Kurdistanê dijîn. Bi hezaran ji wan Êzidî bûn, lê niha hema hema yek ji wan nemaye. Êzidî bi salan e li dijî van polîtîkayan li ber xwe didin û dê têkoşînê bidomînin heya ku tenê yek ji wan bimîne. Em ê bi bawerî, ziman û nasnameya xwe hebin û em ê tu carî wan neterikînin. Hêviya me ji Êzidiyên li derveyî welêt ev e ku ew ê axa xwe, zimanê xwe û hebûna xwe biparêzin û ji bo wê şer bikin. Lêbelê, divê ew vê yekê ne bi çekan, lê bi siyaseta demokratîk bikin."   MA / Zeynep Durgut