Navên endamên komîsyonê yên nû ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin 2025-08-11 17:08:28   ENQERE - DEM Partî, CHP û AKP’ê navên endamên xwe yên nû yên komîsyonê ji Serokatiya Meclisê re şandin.    Ji bo li cihê 3 endamên Partiya Îyî yên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê endamên nû bên hilbijartin, partiyên siyasî nav ji Serokatiya Meclisê re pêşkeş kirin.    AKP’ê, ji bo komîsyonê navê Wekîlê Denîzliyê Cahît Ozkan û CHP’ê jî Wekîlê Enqereyê Umut Akdogan pêşkeş kir.    DEM Partiyê jî Celal Firat weke endamê nû pêşniyar kiribû. Bi vê yekê re dê cihê 3 endamên Partiya Îyiyê ku vala mabû, were tijekirin.    Bi diyarkirina endamên nû re komîsyon dê civîna pêş bi beşdariya tevahiya kadroyan li dar bixe. Di rojeva pêş a komîsyonê de sererastkirinên yasayî yên têkildarî pêvajoya çekberdanê, gavên ji bo xurtkirina aştiya civakî hene. Bi vê geşedanê re dê xebatên komîsyonê derbasî qonaxeke nû bibin.