Amedspor bi Mbaye Diagne re li hev kir 2025-08-09 16:49:36   AMED- Amedsporê ragihand ku ji bo qada xwe ya forvetê xurt bike, bi lîstikvanê xwedîezmûn Mbaye Diagne re li hev kiriye.    Amedspor ku di 1'emîn Lîga TFF'ê de têdikoşe, piştî lîstikvanê Sîvasporê yê berê Dia Saba ku li ÎSraîlê di tîma Macabbî Haîfayê de bi performansa xwe balê kişand ser xwe, bi lîstikvanekî din e jî li hev kir. Amedsporê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku bi lîstikvanê xwedîezmûn Mbaye Diagne re li hev kiriye.   Amedsporê got: "Kulûba me bi forvetê xwedîezmûn Mbaye Diagne re li hev kiriye. Lîstikvan wê roja duşemê li Stenbolê piştî kontrola tenduristiyê ya rûtîn, roja sêşemê were Amedê û bi merasîmekê îmzeyê biajêve."