ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-31 09:00:01   * Li Wanê karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin, biryara çalakiyê girtin. Ji karkeran Onder Sogûkbûlak got: "Serokê AKP'ê yê Bajêr Abdûlahat Arvas van fermanan dide."    * Parêzer û nivîskar Gurkan Çakiroglû bal kişand ser şerên ku li cîhanê qewimîne û diyar kir ku modernîzasyona kurdan dê dirûv bide Rojhilata Navînê û xwest ku dewlet li aliyê kurdan be, ne li dijî wan.   * Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram diyar kir ku Şirnex ji ber polîtîkayên eko-qirkirinê tê wêrankirin û got: "Li ber çavên me bajarek tê wêrankirin. Ev mijar ji siyasetê mijareke dis er siyasetê re ye. Divê her kes li ser vê mijarê dengê xwe bilind bike."   * Mirina Rojîn Kabaiş ku li Wanê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da, 308 roj in nehatiye zelalkirin. Tevî biryarên epenîtiyê, delîlên winda, raporên otopsiyê yên nakok û kêmasiyên ewlehiyê jî, di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye.   * Xûşka Berîvan Demîr a YJA Star'î ku jiyana xwe ji dest dabû, Şehbrîban Demîrê got: "Bila ev şer bi dawî be. Em wek malbata Berîvanê aştiyê dixwazin."   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, dê têkildarî rojevê li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00) ZINDÎ   * Rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz, dê li navçeya Dêrik a Mêrdînê bê definkirin. (13.00)   * Çalakiya karkerên ku qeyûmê Wanê wan ji kar derxistibû, dê li Parka Feqiyê Teyran bidome. (18.00)