Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê 2025-07-30 09:29:49   NAVENDA NÛÇEYAN -Li Nîvgirava Kamçatskiyê, li rojhilatê Rûsyayê, erdhejeke bi pileya 8.8 çêbû.   Li Rûsyayê erdhejeke bi pileya 8.8 çêbû. Navenda erdhejê wekî 119 kîlometre başûrê rojhilatê bajarê Petropavlovsk-Kamçatskiyê hat diyarkirin.   Hat ragihandin ku li herêmê erdhejên bi pileyên 6.9 û 6.3 jî çêbûne.   Ji bo peravên Pasîfîkê hişyariya tsûnamiyê hat kirin.