Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê 2025-07-29 16:50:05   AMED – Di lêpirsîna li ser teşhîrkirina cenazeyên tazî yên 2 jinan ji aliyê leşker û polîsan ve di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de biryara 'neşopandinê' hat dayîn.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 10-11ê Sibata 2016’an de dema qedexeya derketina derve berdewam dikir, cenazeyên tazî yên du jinan bi rêya hesabên medyaya farazî yên ku leşker û polîsan bi kar dianîn, hatin nîşandan. Di dîmenan re xuya dikir ku jin rastî îşkenceyê hatine û ji ber bertekan Baroya Amedê ketibû nav livûtevgerê.   Baroyê têkildarî teşhîrkirina bedena jinan û îşkenceyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê da û serlêdana sûc kir. Di serlêdanê de wiha hatibû gotin: “Têkoşîna li dijî sûc û kiryarên şîdetê divê di çarçoveya hikmên qanûnî û li gorî qanûnan bê meşandin. Bi taybetî di çarçoveya pirsgirêka Kurd de pêkanînên qirêj ên bi heman rengî yên salên 90'î di nava civakê de birînên kûr vekirine û çareseriya pirsgirêka Kurd dijwartir kirine. Li gel ku desthilata siyasî tekez dike ku tiştên di salên 90'î de qewimîn dê li vî welatî dubare nebin, binpêkirinên mafên mirovan ên di mehên dawî de li herêmê rû dane gihîştine astên ku bi pêkanînên salên 90'î re hevrû ne. Bi awayekî vekirî tê fêmkirin ku tedawiya namerdî û biçûkxistinê ya gumanbaran mesajê dide gelê Cizîrê û Kurdan, bi rêya biçûkxistinê hewl dide civakê provoke bike. Ji bo careke din rewşên bi heman rengî rû nedin, divê lêpirsîneke lezgîn li hemberî gumanbaran bê vekirin, ya jî lêpirsîna dewam dike bi lez û bi encam bibe û ji bo cezakirina berpirsyaran divê hukmên qanûnî bi bandor werin bicihkirin.”   ÎDIAYA DELÎL NÎN IN   Têkildarî serlêdana sûc piştî 8 salan biryar hat dayîn û li gorî dozger hewcedarî bi lêpirsînê nîn e. Ligel wêneyên hatine weşandin jî dozger îdia dike ku delil nîn in û di biryarê de tê gotin ku nasnameya kiryaran nehatiye tespîtkirin û 8 sal ser re derbas bûye û demborî jî 8 sal in. Di biryara hincetê de bal hat kişandin ku dema wê di 5’ê Sibata 2024’an de diqede û hat qeydkirin ku di dozên derbarê gumanbarên nediyar de li ser navê gel ti hincetên darizandinê nîn in.    BAROYÊ ÎTIRAZ LI BIRYARÊ KIR    Baroyê îtiraz li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Cizîrê kir. Di daxwaznameyê de hate destnîşankirin ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin. Di daxwaznameyê de hat ragihandin ku biryara neşopandinê bêhiqûqî ye. Di daxwaznameyê de hat gotin, "Tevî ku di ser bûyerê re dem derbas bûye jî, nenaskirina failên cînayetê, rîska nixumandina bûyerê û encama bêcezahiştinê ye. Tevî ku di biryarê de tê gotin ku biryara neşopandinê li gorî xala 172’emîn a Qanûna Prosedura Ceza hatiye dayîn jî, ev biryar bi prensîbên dîtina rastiyê ya ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Qanûna Prosedura Ceza ve hatiye avakirin, ne guncaw e. Em daxwaz dikin ku lêpirsîn bê kûrkirin, qeydên kamerayên cihê bûyerê ji nû ve bên lêkolînkirin, îfadeyên şahidan bên girtin û ger pêwîst be muayeneyên edlî bên kirin."     MA / Rukiye Payîz Adiguzel