Jinên Elewî: Cewhera heqîqetê dayik e, ev giyanê ji nû zindî be 2025-07-22 11:19:21   DÊRSIM – Jinên ku beşdarî “Komxebata Dayikan” bû, diyar kirin ku di baweriya Elewîtiyê de raborî û dahatûya jinê gotûbêj kirine û gotin: “A ku dê vê rê derxe rastê jin e. Em bawer in ku dê ev giyan zindî be û heqîqetê vegere cewhera xwe.”   Meclisa Jinan a Elewiyên Demokratîk (DAD), di 19-20'ê Tîrmehê de li bajarê Dêrsimê bi dirûşma “Heqîqet Rêya Dayikê ye” “Komxebata Dayikan” li dar xist. Di komxebatê de sernavên ''Raa/Rêya Heq - Di Baweriya Elewîtiyê de Jin'', ''Rêxistiniya ocakê û rola rêbera sereke'', ''Bi perspektîfa Jîneolojî-Zanista Jinê li Elewîtiyê binerin'' û ''Ji nû ve avakirina çanda Ocaxê bi bêqisûrbûna dayik/jinê û peywirên me'' hatin gotûbêjkirin. Di encamnameya komxebatê de, bal kişandin ser xurtkirina çanda dayiksalariyê ya li dijî hişmendiya mêrsalariyê û girîngiya bi pêşengiya dayik-jinê ve avakirina cewherî.   ‘DI ÇANDA XWE DE BI BIRYAR IN’   Beşdara komxebatê Eylem Karaduman, diyar kir ku divê baweriya Rêya Heq vegeheze nifşên pêşerojê û berpirsiyariyeke mezin dikeve para jinan û got: “Di komxebatê de em li ser veguhestina ziman, çand, baweriyê ji bo zarok û neviyên xwe axivîn. Em dizanin ku baweriya Elewîtiyê hatiye texrîbkirin. Ji ber vê jin di jiyandina çanda xwe de bi biryar in. Komxebatê hêz da me.”     ‘BAWERIYA ELEWÎTIYÊ BER BI MÊRSALARIYÊ VE DIÇE’   Meryem Can a ku ji Almanyayê li ser navê Yekitiya Jinên Elewiyên Demokratîk beşdarî komxebatê bû, diyar kir ku li ser baweriya Rêya Heq û jinan nîqaşên kûr çêbûn. Meryem Canê bal kişand ku baweriya Elewîtiyê ber bi mêrsalariyê ve diçe û ev tişt got: “Berê di baweriya me cihê jinan bêtir girîn bû. Gotina dayikekê dihat guhdarkirin. Bi demê re em asîmîle bûn. Komxebatê hêz da me. Jin dizane, jin diaxive.”      ‘EM BIBIN PÊŞENGA JINÊ’   Meryem Canê, diyar kir ku li dijî polîtîkayên înkarê piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt got: “Dayikên me bi zimanên xwe nikarin lava bikin. Ji bo çi em bi zimanê xwe neaxivin? Ji bo ji qedexe ye? Em êşên mezin jiyan, em can da. Divê jin bibin pêşengên aştiyê. Bêyî ‘jin, jiyan, azadî’ ev pêvajo bi sernakeve.”     CEWHERA HEQÎQETÊ DAYIK E   Hevseroka DAD’e Saîme Topçu, ev tişt got: “Te tiştekî li ku winda kiribe divê tu li wir lê bigerî. Divê tu di rehên xwe de lêbigerî. A ku dê vê rê derxe rastê jin e. Jin xweza ye. Deriyê zayînê, deriyê heqê ye. Ez bawer in ku ev giyanê zindî be. Ez bawer im di erdnîgariya Rêya Heq de bi xebatên wiha ve heqîqetê vegere cewhera xwe.”     MA / Şîrvan Şîlan Çil