Li gundên Pasûrê pirsgirêka av û rê: Welatî çareseriyê dixwazin 2025-07-21 09:11:47   AMED - Gundê Xerzika yê girêdayî Pasûrê di salên 1990'an de bi hinceta 'ewlehiyê' hate valakirin. Welatiyên ku vegeriyan gundê xwe û dixwazin ji nû ve ava bikin xwestin ku rêyên gundan wan bên çêkirin.   Welatiyên li gundê Xerzika girêdayî navçeya Pasûr a Amedê dijîn dixwazin rêyên wan bên çêkirin. Welatiyên ku di salên 1990'î de ji gundên xwe hatin derxistin û di sala 2010'an de vegeriyan gund, li benda çareseriya pirsgirêkên rê û avê ne. Welatiyên ku gelek caran serî li saziyên cemaweriyê û rêveberiyên herêmî dan, diyar dikin ku ji ber ku di serdema qeyûm de hat îdîakirin ku wan dengê xwe nedane AKP'ê, rêyên wan nehatine çêkirin. Li taxa ku rê lê derbas dibin, bi taybetî zivistanan veguhastin nepêkan dibe. Welatiyên ku bi çandinî û sewaldariyê mijûl in, daxwaza asfaltkirina rê kirin.   Sîpan Baran ku debara xwe bi sewalvaniyê dike diyar kir ku kayê ji bo heywanên bi zehmetî tînin. Baran diyar kir ku rêya 7 gundan ji heman cihî derbas dibe û got, "Li vî gundî bi qasî 2000 kes dijîn û em zivistanê hê bêhtir zehmetî dikişînin. Em dixwazin rêya me bê çêkirin.”   NEÇAR DIMÎNIN 10 KÎLOMETRE RÊ BIMEŞIN   Selahattîn Altûn anî ziman ku li gel baranê di zivistanê de ti wesayît nikarin bikevin gund û ew neçar man 10 kîlometreyan bimeşin û wiha got: "Dema em danûstendinê dikin, divê em bimeşin. Ketin û derketina gund a zivistanê ji ber şert û mercên hewayê gelekî talûke dibe. Zarok nikarin biçin dibistanê. Erebe jî nikarin biçin. Zarok ji ber ku gur û heywanên hov hene ditirsin. Em zarokan dibin dibistanê û tînin. Divê rêyekê ji me re çêbikin û avê bînin."    Altûn da zanîn ku di dema qeyûm de ji wan re gotine, 'eger hûn dengê xwe bidin em ê rêyên we çêbikin' û di hevdîtina xwe ya bi qeymeqamiyê re wan jî heman bersiv dane û wiha axivî: " Şaredarî ket destê DEM Partiyê, lê wan jî tiştek nekirin. Roja din jî wesayîtên partiya (DEM Partî) jî di rê de asê man. Traktorek çû wan ji wir derxe. Serokan bi xwe jî şahidî jê re kirin û gotin, 'em ê rêyên we çêbikin'. Lê belê tiştek nekirine. Her carê ji bo çalan tije bikin qum dişînin, lê qet bi kêrî tiştekî nayê."   NIKARIN ZAROKAN BIBIN NEXWEŞXANEYÊ   Cayîze Altûn ragihand ku 2 zarokên wê astengdar hene, diyar kir ku ji bo biçin nexweşxaneyê têdikoşin û wiha got: “Nexweşiya min a şekir û hîpertansiyonê heye Ez nikarim zarokên xwe yên astengdar bibim nexweşxaneyê. Ji bo rêyên bên çêkirin me timî serlêdan kirin, lê belê di dema qeyûm de ji ber ku gund dengê xwe neda AKP'ê tiştek nehat kirin.”    HER TIM ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNIN   Nazîfe Baran anî ziman ku piraniya gundiyan debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin û got, "Dema heywanên me nexweş dikevin, veterîner nikarin bên. Dema ku em êm ji bo heywanên xwe tînin, divê em wê li ser pişta xwe bi barên xwe ve bar bikin an jî bi heywanan raguhêzin. Ji ber ku rê nayên çêkirin, em nikarin di betlaneyê de jî biçin serdana goristanên xwe. Em di her demsala salê de zehmetiyan dikişînin. Dema erebe derbas dibin, her der dibe toz. Dema li vê derê xaniyek tê çêkirin, malzemeyên înşaetê nikarin bên veguhastin. Li ser rêya asfalt ê barkirî ne û parçe bi parçe tên hilgirtin. Di dema ku ji aliyê qeyûm ve dihat birêvebirin de, ji bo paqijkirina rêyan me pere dida makîneyên giran. Em dixwazin rêya me bê çêkirin."   Şemsettîn Ay da zanîn ku di salên 1990'î de gundên wan hatine şewitandin û piştî sala 2010'an vegeriyane gundên xwe û got, "Daxwaza me ew e ku rêya me bê çêkirin. Eger rêyên me werin çêkirin, wê pirsgirêkên me çareser bibin."   Havva Ay diyar kir ku zarokên wê ji bo biçin dibistanê 2 kîlometre dimeşin û wiha got: "Gundê me di salên 90'î de hat şewitandin û tiştek li dû xwe nema. Me gelekî têkoşiya û li ber xwe da. Me gelek daxwazname dan, şer kirin, lê kesî dengê me nebihîst. Em dixwazin ji bo zarokan rêyên me bên çêkirin. Em ji bo vê rêyê çareseriyekê dixwazin."    Keyayê gund Fatîh Altûn ragihand ku tevî serlêdanên wan jî Şaredariya Pasûrê nekarî xebateke têrker bimeşîne û wiha got: "15-16 mezrayên bi gund ve girêdayî hene û rêyên 7 gundan jî ji wir derbas dibin. Daxwaza me ew e ku ev rê asfalt bibe. Em li vir sewalan xwedî dikin. Zivistanan hewcehiya me bi ka û êmê heye. Xwarina ku em bi kamyonê tînin tenê digihêje rêya asfaltê û nakeve rêya gund. Ji bo vê jî divê em wî barî bi traktoran 8-10 caran veguhêzin."   Altûn got ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxwaz kiriye ku rêya gundên wan bê çêkirin û wiha axivî: “Min du caran serlêdan kir. Gotin, 'Karker wê werin kontrol bikin ' lê kes nehat . Dema kesek nexweş dikeve, ambulans nikare xwe bigihîne Xerzîka. Nîşaneyên me tune ne û ji ber vê yekê min serî li şaredariyê da. Gotin ew ê ji bo wê jî werin, lê careke din nehatin. Em dixwazin rê û tabelayên me bên çêkirin."   'XEBATÊN ME DEWAM DIKE'    Têkildarî mijarê me xwe gihand Hevserokê Şaredariya Pasûrê Mûrat Îpek diyar kir ku di bin şaredariya wan de 400 gund hene û ji roja dest bi wezîfeyê kirine û vir ve ew ji bo sererastkirina rêyan dixebitin. Îpek anî ziman ku wan şaredarî bi deynan bi dest xistin û bi taybetî jî destnîşan kir ku deynên Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) û Wezareta Maliyeyê 32 mîlyon e. "Dema em hatin gelek makîneyên şaredariyê bê fonksiyon bûn. Ji ber ku hemû herêma me gundî ye û budçeya me têrê nake, di çêkirina rêyan de qutbûnên periyodîk hene. Piştî hilbijartinan me li Xerzika du menfez çêkir, hin rêyên asê vekirin û her wiha em hewl didin di dema pêwîst de li ser sandiqandinê bixebitin. Çêkirina rêyên komî pêwîst e ji aliyê şaredariya bajarê mezin ve bê çêkirin. Budçeya me têra vê nake. Em jî bi wan re nîqaşan didomînin. Em ê hewl bidin daxwazên welatiyên xwe pêk bînin."   MA / Sema Bîngol