Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê 2025-07-19 11:15:39   STENBOL - Girtiyê nexweş Emre Erdem piştî ku sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hat kirin rastî şîdeta gardiyanan hatiye û gardiyanan jê re gotin; 'Ev der Guantanamo ye'. Xwîşka wî Hatîce Halîsçelîk têkildarî mijarê wiha got: "Ez dixwazim birayê min di dema herî nêz de ji vê cihê îşkenceyê bireve."   Girtiyê bi navê Emre Erdem di 24'ê Nîsanê de sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hat kirin û dema çû girtîgehê gardiyanan gefa 'Ev der Guantanamo ye' lê kirin. Emre Erdem di sala 2016'an de bi îdiaya endamê rêxistinê ye hat girtin û 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan de cih digire. Erdem ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên weke vertîgo, ling û bêtaqetbûn, çav baş nedîtin, zehmetiya meş û tevgerê, sergêjîn, windabûna hevsengî û qelsiya domdar a ji ber nexweşiyên xurekê dikişîne, bi nûçeya ajansa me ya bi sernavê 'Êrîş û gef xwarin: Ev Guantanamo ye' hatibû rojevê.   Xwîşka Erdem Hatîce Halîsçelîk têkildarî rewşa birayê xwe axivî.    NAYÊ TEDAWÎKIRIN   Hatîce Halîsçelîk bal kişand ser gelek nexweşiyên birayê wê û wiha got: "Vertîgoya wî heye. Her wiha ji çavekî jî nikare bibîne, çavê din jî nikare dûr bibîne. Ew ji lingê xwe emeliyat bû, lê ji ber şîfaya nebaş di hestiyên wî da kalsîbûn çêbû. Nexweşiyên masûlke jî hene. Ji ber ku li girtîgehê ye nikare tedawiya pêwîst bibîne."    Hatice Halîsçelîk diyar kir ku piştî nûçeya ajansa me ya der barê Erdem de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parêzeran serdana girtîgehê kirine û got, "Piştî ku birayê min rastî tundiyê hat, me serî li karên hiqûqî dan û gilînameya sûc pêşkêş kirin. Piştî van hemûyan, sohbeteke ku dişibe lêborîna midûrê girtîgehê û gardiyanan hat kirin. Ji birayê min re gotin, 'Em ê mudaxleyî we nekin û em ê we bibin doktor'. Lê belê wî nagirin. Ya rast, heman tevgerên xerab berdewam dikin. Birayê min dibêje, 'Rewşa girtîgehê gelekî nebaş e. Ez bi lezgînî dixwazim veguhezim girtîgeheke din.''   'HEM ÎŞKENCE Û HEM JÎ CEZAYÊ HUCREYÊ'   Hatîce Halîsçelîk anî ziman ku piştî bûyerê 12 roj cezayê hucreyê dane birayê wê û wiha got: "Hincet  jî qaşo birayê min li gardiyanan xistiye. Birayê min nexweş e û gardiyana êrîşî wî kiribûn. Ne mimkun e birayê min li gardiyanan bixe. Birayê min gotibû; 'ger bêdeng nemama ez ê bihatama kuştin'. Her tişt bi kamerayê hatiye qeydkirin û ger dîmenên kamerayê bidin nîşandan dê rastî bên dîtin. Hem îşkence li birayê min kirin û hem jî cezayê hucreyê lê birîn."   Hatîce Halîsçelîk da zanîn ku nêzî 2 meh in nikare birayê xwe bibîne wiha berdewam kir: "Min xwest ez hefteya borî biçim ziyareta vekirî ya birayê xwe. Ji bo saetên serdanê li girtîgehê geriyam. Rêveberiyê got, 'Saet di 13:30 de serdaneke vekirî heye.' Ji ber vê yekê em danê sibehê rabûn û ji Edeneyê çûn Kirşehîrê. Dema em nîvî bûn, ji bo em bêjin 'em tên' careke din li girtîgehê geriyan. Vê carê ji me re gotin ku serdan saet di 10:30 de ye. Dema ku me got em ê vê nekin, gotin , 'Tiştekî ku em bikin nîn e' û em neçar man ku vegerin. Ez dixwazim birayê min di zûtirîn demê de ji vê mala îşkenceyê ya bi navê 'ewlehiya bilind' derkeve. Eger wî bibin doktor, wê rapora 'nikare li girtîgehê bimîne' jê re bê dayîn. Êdî bes e; divê dawî li îşkence û şert û mercên nebaş ên ji aliyê girtiyan ve tên kirin bê anîn."   MA / Omer Îbrahîmoglu