Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin 2025-07-06 17:21:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê ragihand ku ji serê salê heta niha 3 hezar û 181 şewat derketine û ji van ji sedî 25 di nava 10 rojên dawî de derketine.    Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê, têkildarî şewatên di sala 2025’an de li Tirkiyeyê derketin daxuyanî da. Li gorî agahiyên hatine parvekirin, hezar û 351 jê li qadên daristanan û hezar û 830 li derveyî qadên daristanan bi giştî 3 hezar û 830 şewat derketine. Ji van şewatan ji sedî 25 jê di nava 10 rojên dawî de derketine.    Bi domdarî hate gotin ku di şewatan de bi 27 balafir, 105 helîkopter, 6 hezar wesayîtên bejahî û 25 hezar personelan mudaxileyî şewatan hatie kirin. Hat gotin ku amûrên hewayî ji destpêka havînê heta nia 19 hezar û 135 sortî kirine û 62 hezar û 881 tonên avê veguhestine.    Hat destnîşankirin ku ji 3 hezar şewatan 761 jê ji 25’ê Hezîranê heta niha derketine.    Hat gotin ku di nava 10 rojên dawî de li Îzmîr, Sakarya, Hatay, Bîlecîk, Manîsa, Stenbol û Bursayê zêdetirî 20 şewatên pir cidî derketine. Hat gotin ku ji 761 şewatên di deh rojên dawî de derketin 761 jê hatine kontrolkirin.