Ji ber ziwabûnê randiman kêm bûye 2025-10-04 09:33:07 ÊLIH - Omer Bozkurt ku ji ber krîza aborî dest ji karê tekstîlê berda û titûnê diçîne, got ku ji ber ziwabûnê ew nikare berhema ku dixwaze bi dest bixe.   Ji ber krîza aborî, esnafên gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê neçar mane ku kargehên xwe bigirin. Omer Bozkurt (38) ku li Stenbolê xwediyê atolyeyeke tekstîlê ye, ji ber zêdebûna lêçûnên kelûpelan atolyeya xwe ji Stenbolê bar kir bajarê xwe yê jidayikbûnê Êlihê. Li vir jî, krîza aborî ew neçar kir ku atolyeyê bigire.   Bozkurt li gundê Mozgelanê yê  Êlihê, 25 donim erd kirê kiriye û dest bi çandina titûnê kiriye. Ji ber ku di karê tekstîlê de zirar kir, niha jî ji ber hişkesaliyê nekarî berhema xwestî ya titûnê bi dest bixe.   Bozkurt diyar kir ku ew li rêyên alternatîf geriyaye da ku debara hevjina xwe û çar zarokên xwe yên li Elihê bike û got: "Ji ber lêçûnên zêde, ez neçar mam ku dev ji tekstîlê berdim. Berê min titûn diçand. Min 25 donim erd kirê kir û titûn çand. Me di dawiya Gulanê de titûn çand û di orta Tîrmehê de berhev kir. Niha em li benda hilkbûna wê ne."    Bozkurt ku got ku wî serê donimê bi 4 hezar û 500 lîreyî kirê kiriye û tevî gubre, ajotin û çandinê û heqê karkeran lêçûneke mezin çêbûye. Bozkurt got: "Em heta ji bo avdana titûnê jî pere didin. Ji ber ku avdan bi ava cihokê tê kirin. Em ê serê donimê 500 lîre bidin DSÎ'yê. Bihayê titûnê hîn nehatiye diyarkirin. Em nizanin em ê çiqasî qezenc bikin."   Bozkurt diyar kir ku ew îsal ji ber hişkesaliyê bi kêmbûna avê re rû bi rû mane û titûn baş çênebûye û got: "Heke kêmbûna avê tunebûya, titûn dê bi navînî 500 kîlo ji her donimê bidaya. Lê îsal, ji ber kêmbûna avê, serê dinimê me 200 kîlo berhev kiriye. Ji bilî kêmbûna avê, germahiya zêde bû sedema ku titûn li cihê xwe hişk bibe û berhemdarî pir kêm bûye."   Bozkurt bi bîr xist ku dewlet ji sala 2002'yan vir ve titûnê nastîne û got ku ji ber vê yekê pirsgirêkên kota tune ne. Bozkurt anî ziman ku şîrketên sektora taybet titûnê dikirin û got: "Em bi şîrketên sektora taybet re peymanan çêdikin. Di sektora taybet de pirsgirêkên kotayê tune ne. Ew 500 kîlogram an 10 ton dikirin. Îro, hûn çiqas donim biçînin jî, ji ber avaniya erdê û şert û mercên avhewayê parastina tonajê dijwar e. Rayedar hewce ne ku piştgiriyê bidin hilberîneran."